Cîhan

Nêçîrvan Barzanî û Mike Pence rewşa Kurdistan nirxandin

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û  Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîka li peywendiyekî telefonî da rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê nirxandin û tekez li ser berdewamiya hevbeşa Amerîka û Herêma Kurdistanê û girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Iraq û hebûna mekanîzmekî hevbeş ya ji bo vê mebestê, bi yarmetiya Amerîka ya ji bo rûbirûbuna metirsiyên serhildana terorê kirin.

Li peywendiya telefoniya ku êvariya  27/08/2019 hate encamdan, Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser baştirbûna peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federal ya Iraqê û baştirbûna rewşa aborî li Herêma Kurdistanê da û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê amadeye hemû kêşeyan li gel Hikûmeta Iraqê li rêya diyalogê ve çareser bike û karê lîjneyên di navbera her dû Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya Iraqê bi erênî da zanîn.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê her wiha dakokî li ser berdewamiya siyaseta Herêma Kurdistanê ya ji bo parastin û hevkarîkirina hemû pêkhatên olî û neteweyiyên li Herêma Kurdistanê û karkirina ji bo kûrtirkirina çanda pêkvejiyanê kir û hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo dabînkirina asayîş û avadankirina navçeyên wan nîşan da, da ku bikarin vegerin ser warên xwe.

Ji aliyê xwe ve birêz Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîka, spasî Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kir û rêz û pêzanînên welatê xwe ji bo rola Pêşmerge ya li rûbirûbûna terorê û şikandina Da’îşê dûpat kir. Her wiha silav ji bo malbatên şehîdan û qurbaniyên destê terorê re şand. Rêzdar xweşhaliya îdareya Amerîka jî ji bo baştirbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de nîşan da û dûpat kir ku Amerîka li hevkarî û piştgîriya her dû aliyan ya ji bo çareserkirina kêşeyan û rûbirûbûna terorê de berdewam dibê. Her wiha hevkariya Herêma Kurdistan û Iraqê ya ji bo yarmetîdana koçber û pêkhatan û vegerandina wan li ser cîh û warên wan dike.

Back to top button