Nêçîrvan Barzanî û François Hollande civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li gel serokomarê berê yê Fransayê, François Hollande civiya. Herdu aliyan di vê civînê de pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransa gotûbêj kirin.
Îro Sêşema 26.2.2019 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li serokomarê berê yê Fransayê û dostê gelê Kurdistanê, François Hollande kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî jî amade bû, François Hollande kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Kurdistanî anî ziman û bi kurtî behsa vê serdana xwe û serdankirina çend navçeyên Mûsilê û beşdariya di merasîma pêşkêşkirina Xelata şehîda rojnamevan, Şîfa Gerdî kir.
Di civînê de serokomarê berê yê Fransayê, behsa serdana xwe bo Herêma Kurdistanê di destpêka şerê DAIŞê û serdana eniyên şer li gel serok Barzanî kir û destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kir, ji ber hewandin û parastina hejmareke zêde ya aware û penaberan.
Nêçîrvan Barzanî û François Hollande di vê hevdîtinê de tekezî li ser giringiya hevahengiya navbera civaka navdewletî, Iraq û Herêma Kurdistanê, ji bo dabînkirina xizmetguzariyên pêwîst li navçeyên zirarpêketî kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya vê serdanê û dostatiya birêz Hollande û alîkariyên berdewam ên Fransayê yên ji bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar de kir û rola Fransayê di nehêlana dorpêça siyasî û dîplomasiya ser Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina beşek ji giriftan kir û tekezî li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê bo hikûmeta Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya gotûbêjê kir.
Di derbarê metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞê li Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin: “Metirsiya derketina DAIŞê heye û ji bo wê yekê niha di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de hevahengî heye, bi armanca dîtina mekanîzmekê bo rûbirûbûna metirsiyan, tevî ku Hewlêr û Bexda di çend warên din de, bo çareserkirina pirsgirêkan gotûbêjan dikin.”