Hevpeyvîn

Divê mafê kurda di destûra siberojê de parastî be

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê, di Desteya Bilinda Danûstendinan a Opozisyona Sûryê de, Hewas Egîd : Çareserî bi vegera li rêkeftinên di nav ENKSê û PYD de ye,  ya ku li ser federaliyê li serhevhatin çêbûyî.

Rojevakurd : Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xwiya dike. Kurd jî ne yekalîn e. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Hewas Egîd : Di serî de , spasiya malpera we dikim li ser vê dîdarê, û hêviya serkeftinê ji karê we re dikim.

Bê guman ev guhertin û bûyerên ku li rojhilata navîn dibin derfeteke dîrokî ne, ji bo çareserkirina kêşa kurd û hilanîna stema li dijî gelê me ji bi dehên salan ve tê pêkanîn, û wek Encumana Niştimanî ya Kurd , em dibînin ku riya herî durist ji bo sûdewergirtina ji van guhertinên li Rojhilata Navîn û Sûriyê dibin , bi vegera li rêkeftinên di nav Encuman û PYD de ye,  yên di bin çavdêriya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî de çêbûn, ew rêkeftinên ku PYD kirin delîve ji xwe re ji bo bercewendiyên xwe yên hizbî yên teng.

Sepandina rêveberiya xwe ya tekrew û yekalî ya bû sedema jihevketina civaka kurdî û avakirina desthilatek stemkarî, dijî beşekî mezin ji gelê kurd ên xwedanên nerînên cuda ji siyaseta wê re , û ev yek bû faktera valakirina devera kurdî ji kurdan, ji ber ku hejmarek mezin ji gelê kurd bi koçbûn û derketina ji deverên xwe bersiva diktatoriyet û tundrewiya PYD dan.

Ji ber ku wê jiyana siyasî û nerîna cuda nehiştiye, û di bin siyaseta xwe ya tekalî de leşkeriya neçar bê ti yasaya rewa li ser gel ferz kir , û siyasetmedar û çalakvan xistin zindanan de û ew sirgûnî derveyî sînoran kirin, û ev yek bû sedema ku milet koçber bibe û dever ji gelê kurd û bi taybetî nifşê gênc yên ku bingeha geşepêdan û avakirina civakan in vala kir, lewra çareseriya herî baş ew e ku her aliyên kurd li bercewendiya gel vegerin, dûrî ecindeyên teng , ji bo sepandina mafê gelê kurd di Sûriya paşerojê de, û gelê me cihê xwe yê şayist ê li gor hebûna wî di dîrok û cografya deverê de bibîne.

Vekişandina hêzên Amerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi sînaryo hene?

Bi rastî dema Twîta serokê Amerîka Donald Tramp derket, derî li gelek sînaryoyên cuda vebû, ku yek jê vegera rêjîmê û Îranê bû , ya ku wê bandora wê xirab ba li ser gelê herêmê bi tevayî , ji ber em dibînin çawa rêjîm serederiyê bi deverên dikevin bin kontrola wê de dike. Û sînaryoya din destêwerdana Turkyê û hêzên bi ser wê ve ji fesîlên ketine Efrînê de, û ew jî nerênî ye ji gelê herêmê re. Û niha sînaryoya devera aram tê pêş , lê hîn ew jî baş zelal nebûye .

Wê kî wê deverê bi rêve bibe û biparêze? û encumana kurdî kar dike ji bo ew dever bi Pêşmergeyên Roj û hêzên ji pêkhateyên deverê were parastin, bi alîkariya dewletên hevpeymaniya navdewletî, lê vê dawiyê biryara rêveberiya Amerîkayê derket ku eger hêzên Amerîkayê vekişin jî, wê hejmarek ji 200 leşkerî pêk tê bimînin ji bo dabînkirina çareseriya siyasî û nehêlana peydabûna bêserûberiyê , da aliyên bi ser Îranê ve nikaribin wê rewşa valabûnê delîve ji xwe re bibînin. û gelên deverê xwe birêve bibin da ew rêveberî li deverên din ên Sûrî jî vegire , wek devera Efrînê , û gelê kurd wek fakterekî bingehîn ji çareseriya pirsa Sûriyê re diyar bibe.

ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Belê, belgenameyek imzakirî di nav me û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî de heye, her weh beşdariyek kurdî ya kartêker di kongirê Riyad2 de hebû, û kurd beşdar bûn di daraştina belgenameya dumahiyê de, û pênc bendên derbarê kêşa kurdî li Sûryê derketin, wek avakirina Sûryeke pirnetew , û danpêdana bi mafê hemî pêkhateyên netewî bi wekhevî , û kêşa gelê kurd beşeke sereke ye ji kêşa gelê Sûrî bi giştî, û divê mafê wan di destûra siberojê de parastî be, û nasname ji hemî kesên bê nasname re bê dan. Û me ev mafên gelê kurd di belgeya piransîbên bingehîn de çesipand, û niha erkê opozisyona Sûrî ye berevaniyê di ber wan piransîban de bike.

Lê rêkeftinên di nav PYD û rêjîmê de, tev demikî û bê bingeha siyasî ne, tenê hin bercewndiyên herdû aliyan ên teng di qonaxekê de diparastin.

Lewra wek me di serî de jî got çareserî bi vegera li rêkeftinên di nav Encuman û PYD de ye, ya rêkeftin tê de li ser fedraliyê bûye, û rêvebirina hevbeş ji herêmê re çi di aliyê siyasî de , an jî xizmetguzarî û leşkerî de be, û ew takerê ye ji bo hemî pêkhateyên herêmê devrên xwe bi rêve bibin dûrî destêwerdana aliyên biyanî.

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriyê bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çawa sudê ji vê rewşê bibînin?

Divê gelê kurd têkiliyên erênî bi tavaya dewletên herêmê û yên kartêker di rewşa Sûrî de girêdin , li ser bingeha bercewendiyên hevbeş. Bi nerîna me wek Encuman , serbora Herêma Kurdistana Başûr ezmûneke serkeftî ye, gereke em sûdê jê wergirin da bibe dergehek ji bo vekirina riya têkiliyan bi dewletên cîhanê re da em karibin wan bikin alîkar ji bo çareserkirina kêşa xwe li Sûriyê.

Û em wek Encuman têkiliyên me yên baş bi dewletên kartêker di rewşa Sûrî de re hene, li ser bingeha ku çareserkirina kêşa Sûriyê bêyî çareserkirina kêşa Kurd çênabe, çareserkirina pirsgirêka Kurd fakterek giring ji fakterên aramiyê ye, û berceweniyên wan dewletan di pêkanîna aramiyê de cîbicî dibin.

Back to top button