Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî û Cemal Elzarî rewşa Iraqê nirxandin

Îro yekşem 17.05.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Şêx Cemal Elzarî Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û aboriya Iraqê û berdewamiya hewl û hengavên ji bo nirxandina pêkhatên kabîneya nû ya Hikûmeta Federaliya Iraqê û pirkirina Wezaretên wan nirxandin. Her wiha pêşhatên dawî yên emnî ya Iraq û zêdebûn û geşkirina tevgerên terorîstên Da’îş li çend navçeyekê Iraqê û navçeyên kêşe li ser xistin ber behs û guftûgoyan.

Dîtin û nêrîna Projeya Niştimaniya Iraqê ya ji bo rewş û proseya siyasiya li welat û pêşhatên navçeyê bi giştî û çend babetekê dinê girîngê her dû aliyan mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.

Back to top button