Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: PKK riya herî nêz ya çareseriyê ye.

Roja pêncşemiya derbasbûyî di hevdîtin û civînên xwe de bi serokwezîr û wezîrê karê derve yê Tirkiyê re, Nêçîrvan Barzanî ji berpirsiyarên tirk re gotiye ku pirsa kurd bê PKK çareser nabe û di hevîtinan de eşkere ji wan re gotiye: Eger hun dixwazin pirsgirêkê çareser bikin; riya herî nêz ya çareseriyê PKK û Ocalan e. Divê hun bi wan re li hev bikin û xeynî vê, hîç riyeke din ya çareseriyê serketî nabe.

Li gor malpera rojnameya Hewlêr, di nivîsekê de ku dê di hejmara sibe ya Rojnameya Hewlêr de bête weşandin, Samî Ergoşî rojnamevanê nêzî Nêçîrvan Barzanî ku wê rojê li Enqere taqîba hevdîtin û civînan kiriye; dinivîsîne:

Di hemû hevdîtinan de Nêçîrvan Barzanî heman helwêstên xwe yên berê dubare kirine û heman ew peyama berê daye wezîr û berpirsên wezareta derve û serokwezîr jî ku pirsgirêk bê PKKê çareser nabe û eşkere ji wan re gotiye:

“Eger hun dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, riya herî nêz ya çareseriyê PKK û Ocalan e. Divê hun bi wan re li hev bikin û xeynî vê, hîç riyeke din ya çareseriyê serketî nabe. Girtina siyasetvanan û xistina wan ya zîndanê ne çareser e û dê encamên xirap jê derbikevin”.

Nivîs dîsa li helwêst û daxuyaniyên berê yên Nêçîrvan Barzanî yên li dor pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê vedigere û dibêje: “Pirsgirêk pirseke siyasî ya neteweyekê ye û PKK hebe û tine jî pirsgirêk heye û hewcedarî çareseriyê ye. Ji bo çareseriyê divê PKK li derve neyê hiştin. Tirkiye divê realîteya PKKê qebûl bike û deriyê Imralî veke. Pirsgirêk tenê bi riyên siyasî û rûniştin û diyaloga bi PKKê re çareser dibe. Çendîn salên şer îsbat kir ku ev metod ne çareser e. ji bo her çareseriyeke siyasî û aştiyane, em ji her alîkariyekê re amade ne”.

Bi salan e ku ev gotin, axavtin û dêtinên Nêçîrvan Barzanî ne û di hevdîtinên pêncşemiya derbasbûyî yên Enqerê de jî gelek bi zelalî heman ev ziman dubare kir.

 

 

Çavkanî: Malpera rojnameya Hewlêr

 

http://www.hawler.in/more.php?id=21615

Back to top button