Cîhan
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Sîsî kir

Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hilbijartina wî pîrozbahî li Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî re şandiye û tê de pîrozbahî li wî kiriye û wek Serokê Herêma Kurdistanê jî hêviya serkeftinê jê re xwestiye.
Serok Barzanî di nameya xwe de amaje bi wê yekê jî kiriye ku Herêma Kurdistanê dixwaze di heyama bê ya serokatiya Sîsî de peywendiyên li gel Misrê geş bike û hêviya berdewambûna aştî û aramiyê jî xwestiye.
Di hilbijartinên serokkomariya Misirê de Ebdulfetah Sîsî wek serokkomarê 6emîn carek din hat hilbijartin.
Sîsî ji sedî 90ê dengan stend û cara sêyemîn bû serokkomarê Misirê.