PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî ya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîkayê Joey Hood kir.

Her du aliyan teqezî li ser giringiya lihevkirin û yekrêziya aliyên Kurdistanî kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di civînê de behsa mijarên herî dawî yên pêşkevtinên di rewşa siyasî ya Iraqê de, peywendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Amerîka re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyan, metirsîya DAIŞê, rewşa devera Şingalê û rewşa aboriya Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîkayê Joey Hood spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ji ber pêwendî û hevkariyê û teqezî li ser dostayetiyeke bihêz û berdewamiya hevkarî û piştgiriya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Hat ragihandin, di civîna ku çend diplomat û berpirsên konsulxaneya Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê amade bûn de, mijara azadiya raderbirînê, mafên mirovan û serweriya qanûnê, şerê Rûsya û Ukraynayê, rewşa Afganistanê û dever bi giştî hatin guftûgokirin.

Hat destnîşankirin ku Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji Joey Hood re xwest ku biryar e di demeke nêz de di posteke nû ya dîplomatîk de dest bi kar bike.

Back to top button