Nêçîrvan Barzanî: Pêkanîna hikûmeta nû karekî ne hêsan e.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel Rûdawê behsa pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê dike û dibêje ku, kabnîya heştem a hikûmeta herêma Kurdistanê digel kabîneyên beriya nua cuda ye:
– Berê em du partî bûn (Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê) digel hindek aliyên din me dikarî bi hêsanî wezaretan, postan, di navbera xwe de dabeş bikin. Ev yekemîn care di vê kabîneyê de hemû aliyên siyasiyên nav herêma Kurdistanê dixwazin di hikûmetê de başdar bin û em jî gelek hez dikin ku hemû alî beşdsriyê di hikûmetê de bikin. Ev yek jî wisa dike ku, hem li ser meseleya bernameya hikûmetê û hem jî li ser meseleya dabeşkirina postan zêdetir dasnûstandin bên kirin. Em dixewaz in digel hemû aliyan bigihin encameke hevbeş.
– Em nexwaz in tiştekî pêşkeş bikin, pirojeyk pêşkeş bikin û bêjîn ev biryara me a dawiyê ye. Em zêdetir lêdixebitin ku, hemû aliyan nêzîkî hev bikîn û em hemû bigihin lihevtêgihiştinekê. Wisa diyare ev lihevnêzîkirine jî, çi di warê meseleya dabeşkirina postan û çi di warê meseleya bernameya hikûmetê de, karekî nehêsan e. Ango wext jê re divê û em jî digel hemû aliyan di nava danûstandinan de ne.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, ew nikare bêje di filan wextî de hikûmet dê ava bibe.