Civak

Nêçîrvan Barzanî: Mam Celal sembolekî karê hevbeşe

 

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî li bîranîna koça dawî ya Mam Celal da:

Îro li salvegera koça dawî ya Mam Celal da, bîranîna serkirdeyekî xebatgêr dikîn ku koçkirina wî valahiyeke mezin li karê dewletî û siyasî da dirust kir. Li nav kêşe û aloziyên îro da li Iraq û navçeyê zêdetir li hemû demekê hest bi valahiya Mam Celal dikîn, birastî Mam Celal sembolekî karê hevbeş bû.

Peywendiya bi hêz ya di navbera her dû Serok Mam Celal û Kak Mesûd Barzanî, qonaxekî bi hêz ya karê hevbeş ya li Kurdistanê pêkanî ku encama wê çespandina beşeke zêdeyê daxwazên gelê Kurdistanê bû li belgenameyên kongreya opozîsyona Iraqî û destûra Iraqê da. Her wiha li encama wê da yekemcar pêgehekî bi hêz ya Kurd û neteweyên din li damezraweyên dewleta Iraqê da dirust bû û demokrasî li Iraqê geşbûneke zêde bi xwe ve dît.

Mam Celal, piştevanekî gelek mezin bû ji bo karê min ya li dirustkirin û kûrkirina karên hevbeş û birêvebirina hevbeş ya li Herêma Kurdistanê dema ku kabîneya pêncemê Hikûmeta Herêma Kurdistanê me pêkanî û ber li wir jî nêzîkkirina îdareyan û dirustkirina yek biryarî li ser gelek pirsên siyasî û îdariyên li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Îro ku bîranîna koça dawî ya Mam Celal dikîn, baştirîn wefadarî eweye yekrêziya gelê me û hevbeşiya karê siyasî û birêvebirinê da, peywendiyan û hevhelwêstiya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yêkîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û hemû hêzên Kurdistanê li ser pirsên hevbeşên Kurdistanî û Iraqî bi hêz bikîn.

Bîranîna Mam Celal cihê xêr û tebayiyê bê û silav û hûrmet ji bo giyanê wî dişînîn.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

03/10/2019

 

Back to top button