Civak

Nêçîrvan Barzanî li lîstika Erebistana Siûdî û Kuweytê amade bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, lîstika tîmên netewî yên Erebîstana Siûdî û Kuweytê ku li Hewlêra paytext hat lîstin, li yarîgehê temaşe kir.

Şampiyanoya Federasyona Futbola Asyaya Rojava ya 2019an (WAFF) îsal bi mazûvaniya Iraqê birêve diçe û yarî li stadyûmên li bajarên Herêma Kurdistanê û Iraqê tên lîstin.

Di çarçova vê şampiyonayê de di yariya yekem a grûpa B de, tîmên netewî yên Erebistana Siûdî û Kuweytê li Yarîgeha Franso Harîrî ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, hatin hemberî hev.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo temaşekirina vê lîstika tîmên netewî yên Erebîstana Siûdî û Kuweytê, li yarîgehê amade bû. Lîstik jî 2-1 bi serkeftina Kuweytê li hemberî Erebistana Siûdî bi dawî hat.

 

Back to top button