Cîhan
Nêçîrvan Barzani li gel cîgirê wezîrê derve yê Îranê civiya
Serok Nêçîrvan Barzani roja Înê piştî nîvro li Antalyayê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade re civiya da ku rewşa herêmê û encamên şer nîqaş bikin.
Herdu aliyan girîngiya berdewamiya agirbest, diyalog û têgihîştinê ji bo pêşîgirtina li dubarebûna şer, bidestxistina aştiyê û parastina aştî û aramiyê li seranserê Rojhilata Navîn tekez kirin.
Herdu serokan her wiha li ser têkiliyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bi Komara Îslamî ya Îranê re axivîn. Wan tekezî li ser pêşxistina têkiliyan û hevkariyê di warên berjewendiya hevbeş de kirin.


