CîhanCivak

Nêçîrvan Barzanî: kêfxweşîn bi serketina îradeya Gelê Turkiye

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê  Kurdistanê di peyamekê de ji ber serketina îradeya gel bi ser kodetaya girûpeka serbazî, pîrozbahiyê ji Serok Komar û Serokwezîr û Gelê Turkiya dikeTêkista peyama Serokwezîr:Kêfxweşîn bi serketina îradeya gelê Turkiya bi ser hewla girûpeka serbazî dijî rewatî û îradeya gel, em li ser vê bawerê ne ku şikista vê hewlê dibe sedema bihêztirbûna deshilat û hikûmet û îradeya gelê Turkiya û her wiha pêşiya kodetayên serbazî li turkiya digire.Bi vê hilkeftê , pîrozbahiya Receb Tayib Erdogan serok komar û Binali Yildirim Serokwezîrê Turkiya û hemû aliyan  ûgelê Turkiye dikîn ku bi hev re hewla kodetayê şikandin.Yekdengiya aliyan û kesatiyên Turkiye karî rewatiya desthilat û Turkiya û deverê ji aloziyeka mezin biparêze.Gelê Turkiya bi xwîn û egidî, rewatî li Turkiya parast. Em li ser vê bawerê ne eve mînakeka nû û mezin e di nava  şiyariya gelê Turkiye de. Her wiha şiyarî ya gelan, devera me berev aramî, diyalog, nehêştina terorê û aloziyan dibe.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê16- 7 – 2016
 

Li van ji binere

Back to top button