Civak

Divê herkesê ku azadîxwaz û aştîxwaz li dijî hewldana darbeyê derbikeve

Partiya Doza Azad (Huda-Par) ragihand ew dê li hemberî hewldana darbeya leşkerî, li daketina qadan berdewam bin.Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu derbarê hewldana darbeya leşkerî de daxuyanî da çapemeniyê û got, hêj metrisî derbas nebûye û pêwîst e ku xelk berteka xwe ya di kolan û qadan de bidomîne. Zekeriya Yapicioglu wiha got: “Em vê tevgerê şermezar dikin. Gelê me yê ku ji berxwedana destanî ya Misirê îlham standîye li dijî hewldan darbê  ya cuntayê têkoşîneke mezin nîşan da ku bi vê sayê ev hewldan bi piranî hat rawestandin.”Yapicioglu kesên ku duh li hemberî tevgera leşkerî derketin pîroz kirin û got bi awayekê zelal ew hewldan li dijî gel hatiye encamdan û wiha domand:“Em weke Huda-Parê li hemberî darbe û darbekaran bi gel û azadiyê re ne. Divê herkesê ku azadîxwaz û aştîxwaz li dijî hewldana darbeyê derbikeve.”Herwiha Serokê Huda-Parê amaje kir ku divê alîgirên wan birijd têkoşîna xwe ya li hemberî tevgera duh berdewam be û wiha got:“Tevehiya rêxistinên me dê bi gelê me re be û dê li qadan mil bi mel bimînin heta metirsî ji holê radibe.”

Back to top button