Nêçîrvan Barzanî ji rojnameyeke tirkmanî re axivî
Di çarçoveyê merasima 88 saliya komara Tirkiyeyê de ku di roja 29.10.2011ê li Hewlêrê ji aliyê konsolxaneya Tirkiyeyê y ali herêma Kurdistanê ve hatibû amadekirin, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku, yek ji beşdarên merasimê bû, ji rojnameya Seray ya tirkmanî re axivî û got ku tikman, kurd, ereb û siryanî hemû bi hev re ji bona çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên diyalogê bixebitin û got:
– Raste giriftarî hene û piroblem dirust dibin, lê pêwîste bi riheke biratî û bi metodên diyalog û danustandinan ji bo wan arîşeyên heme çareseriyan bibînîn.
– Bi rastî di vê merasimê de firseteke gelek baş bû ku min berprisyarên Bereyê Tirkmanî li Hewlêrê dîtin û ez wam pîroz dikim. Ez dixazim bi rêya rojnameya we jî re pîrozbahiyê li wan bikim. Ez bi dilrehetî dibêjim ku herêma Kurdistanê bi pêngava Bereyê Tirkmanî ku baregayên xwe li Hewlêrê vekirinegelek kêfxweş e. Ez hêvîdarim ku ew biratîya navbera hemû neteweyên li herêma Kurdistanê dijîn heye, roj bo rojê zêdetir û baştir bibe, çunkî me tu çareyên din nînin û em hemû birayên hev in û divê bi hev re bijîn.
Li dor serdana serok Masûd Barzanî bo Tirkiyeyê, Nêçîrvan Barzanî got:
– Piştî serok Barzanî ji Îranê vedigre dê di dawiya vê heftiyê de serdana Tirkiyeyê jî bike û dê digel serokomar, serowezîr û wezîrê derve yê Tirkiyeyê bicive. Em li herêma Kurdistanê dixazin peywendiyên me digel Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir ber bi pêşve biçin.
Derbareyê karesta erdheja Wanê, cîgirê serokê PDK got:
– Em li herêma Kurdistanê digel xelkê xweûtiviyê Wanê hevxem û hevderdîn ji ber wê karesata bi ser wan de hatiye. Bi a min hem hikûmeta herêma Kurdistanê û hem xelkê Kurdistanê li hemû bajaran li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê alîkarî komkirine ku bo lêqewimiyên bajarê Wanê binêrin. Divê em vê alîkariyê bikin, jiber ku wî xelkî wî gelî di rojên dijwar û teng da alîkariya herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî di dema enfalan de. Di rojên reş û nexweş de û herwesa dema rijêma Basê êrîş dibirin ser deverên me xelkê me ber bi Tirkiyeyê diçûn û xelkê wan bajarn gelek gelek alîkariya gelê Kurdistanê dikir. Îro jî, bi amin, wezîfeya meye ku em di hewara lêqewmiyan biçîn û yak u di îmkanên herêma Kurdistanê de, çi weke hikûmet û çi weke milet, pêşkeşî mexduran bikîn. Careke din li vir sersaxiyê lê dikim û hêvîdarim Xwedayê mezin sebirê bide û daxaza çakbûnê bo birîndaran dikim.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya axavtina xwe de bo rojnameya Seray ya tikmanî behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kir û got ku nuha têkeliyên Hewlêr û Enqereyê sabit bûne û roj bi rojê di hemû waran ber bi pêşve diçin. Di warê abûrî, civakî û kulturî de welatê Tirkiyeyê hevbeşa serke ya herêma Kurdistanê ye ji berhindê “Em dixazin ev têkelî digel Tirkiyeyê di hemû waran de ber bi pêşve biçin”
Rojevakurd