Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzanî ji Lavrov daxwaziya parastina kurdên Rojavayê Kurdistanê kir

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî ji Rûdawê re behsa neveroka hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov kir û ragihand, “Nêçîrvan Barzanî nîgeraniya xwe li hember rewş û pêşhatên herî dawî yên Rojavayê Kurdistanê gihande Lavrov û daxwaz jê kir, ku Rûsya roleke aştiyane di vê meseleyê de bibîne.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov duh Duşemê serdana Herêma Krudistanê kir û li Hewlêrê bi serok Barzanî, Serokwezîr û Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî derbarê serdana Sergey Lavrov bo Kurdistanê û hevdîtin û civînên wî li gel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê û bi taybet jî hevdîtina navbera Sergey Lavrov û Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re axivî.

Fewzî Herîrî serdana Wezîrê Derve yê Rûsyayê bo Herêma Kurdistanê weke serdaneke “gelek giring û bi nirx” bi nav kir û ragihand, hemû hevîditnên duh ên rayedarên Kurdistanê li gel Sergey Lavrov serkeftî bûn.

Herîrî diyar kir, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe ya li gel Sergey Lavrov de amaje bi rewş û pêşhatên herî dawî yên li Rojavayê Kurdistanê kir û “nîgeraniya xwe li hember pêşhatên nû yên ku li Rojavayê Kurdistanê û navçeyê çêdibin anî ziman.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, ew tekez dikin, ku Tirkiye mafê wê yekê heye ku ji ewlehiya xwe bi tirs be û dilgiran be ji hin aliyan ku dijatiya Tirkiyê dikin, lê belê li Rojavayê Kurdistanê hejmareke zêde ji xelkê Kurdistanê lê dijîn, lewama jî Herêma Kurdistanê ji rewşa mirovî ya welatiyên sivîl nîgeran e.

Fewzî Herîrî diyar kir, di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî ji Sergey Lavrov re got, Herêma Kurdistanê ji wê yekê nîgeran e ku şepêleke din a koçberiyê ber bi Başûrê Kurdistanê ve dest pê bike.

Bi gotina Herîrî, “Nêçîrvan Barzanî herwiha ji Lavrov re daye xuyakirin, ku li Herêma Kurdistanê zêdetir ji milyonek û sed hezar kes awareyên navxwe hene, tevî xelkê Sûriyê ku heta niha nevegeriyane cihên xwe, ku barekî giran li ser bûdce û karûbarên herêmê çê dikin û eger awareyên zêdetir berê xwe bidin Herêma Kurdistanê, dê barê hikûmeta herêmê gelek girantir bibe.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, “eger aloziyek li navçeyê çêbibe, dê ew yek zemîneyê bo DAIŞê û terorîstan xweş bike û derfet bide wan ku dubare vegerin ser sînorên Herêma Kurdistanê û rasterast dijatiya Herêma Krudistanê û Iraqê bikin, lewma jî Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Lavrov kir, ku Rûsya roleke aştiyane bibîne di vê mesleyê de, û li gel hikûmetên Sûriyê û Tirkiyê û Serokomarê Tirkiyê, Erdogan bikeve têkiliyî û vê kêşe û aloziyê aram bikin, daku rewş negihe astekê ku xelk aware û derbider be.”

Li ser pirsa ‘gelo Lavrov di vî warî de çi soz dane rayedarên Herêma Kurdistanê, ji bo ku Rojava parastî bimîne û Kurdên Rojavayê Kurdistanê parastî bin’, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Wî yekser got, ku me xeteke germ heye li gel Enqerê, di 24 saetan de têkiliyên me bi Enqerê re hene. Em dê peyamê bigihînin û em ji metirsî û nîgeraniyên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî fêm dikin û em hevnerîn in ku divê ev kêşe bê aramkirin. Lavrov got, ew dê li gel hikûmeta Sûriyê jî di gotûbêjê de bin, daku wan li gel Kurdên Rojava şêweyek ji têgihîştinê hebe û herdu alî bikarin, bi aştî û aramî, bêyî ku ti gefekê bo Tirkiyê çêbike, û bêyî ti gefek li ser xelkê Rojava hebe, bikarin vê kêşeyê çareser bikin. Belê ev soz da.”

Li ser pirsa ‘gelo hûn hêvî dikin, ku di pêşerojeke nêzîk de encamên van hevdîtinên li gel Lavrov ên derbarê Rojava de derkevin holê’, Fewzî Herîrî ragihand: “Bêguman, Amerîkayê rol heye, Enqerê jî rola wê ya navxweyî û ya navdewletî jî heye, lê belê Lavrov û Rûsya hevpeymanekî stratejîk ê Şamê ne û berjewendiya wan heye di wan waran de, lewma belê ez piştrast im ku ew bi ciddî temaşeyê vê kêşeyê dikin û ev mesle li gel herdu alî, hem hikûmeta Şamê û hem hikûmeta Enqerê tê behskirin.”

Fewzî Herîrî di beşeke din a axaftinên xwe de amaje bi danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê, yên taybet bi bûdce û mûçe ve jî kir û ragihand, ew danûstandin heta berî xwepêşandanên vê dawiyê yên li Iraqê berdewam bûn.

Herîrî herwiha diyar kir, ku ew bi hikûmeta niha ya Iraqê û serokwezîr Adil Ebdulmehdî geşbînin û tekez kir, aliyê Iraqî niha bi awayekê erênî tevdigere.

Herîrî hêvî jî kir, ku di çend rojên bihê de rewş li Iraqê aramtir bibe û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare serdana Bexdayê bike.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi hebûna pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û diyar kir, rast e pirsgirêk hene, lê belê Bexda û Hewlêr jî di çareserkirina pirsgirêkan de ciddî ne. Bi gotina Fewzî Herîrî, helwêsta Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van rojên dawî de û piştgiriya li hikûmeta Iraqê, bandoreke erênî li atmosfêra danûstandinên navbera herdu aliyan kiriye.

Herîrî destnîşan kir, ew bi hêvî ne ku heftiya bê yan di demeke nêzîk a pêş de, şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û di derbarê pirsgirêkan de bi aliyê Iraqî re hevdîtinan bike.

Back to top button