Cîhan

Em tu cara terka Kurda nakin

Serokê Amerikayê  Trump li ser pêwendiyên Amerika û Tirkiye û Kurdistana Rojava daxûyaniyek ragihand. Trump di daxûyaniya xwe de dibêje: “Gelek kes ji bîr dikin ku Tirkiye şirîkekî bazirganî yê mezin ê Amerîkayê ye. Tirkiye di çêkirina balefirên F-35ê arikariyê dike û di nava vê bernameyê de ye.Tirkiye li Idlibê ji min re bûne alîkar ku gelek insan ji mirinê hatine rizgarkirin.”

Herweha Trump dibêje ku, li ser daxwaziya wî Tirkiye keşe Bronson azad kiriye.

Serokê Amerîkayê dibêje  ku Tirkiye endameke girîng ê NATOyê ye û da zanîn ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 13ê Cotmeha 2019ê de serdana Washingtonê bike û dê hevdîtinekê pêk bînin.

Trump di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Em ji Sûriyeyê vedikişin lê, em tu carê terka Kurdan nakin, ew mirovên ezîz û şervanên jêhatî ne. Em alîkariyên darayî û çekan pêşkêşî Kurdan dikin. Di heman demê de têkiliyên me yên bi hevalbedê me yê NATOyê û hevkarê me yê bazirganiyê Tirkiyeyê re jî pir baş in.”

Trump got li Tirkiyeyê nifûsê Kurdan zêde ye û wiha dewam kir “Tirkiye dizane ku li wê herêma Sûriyeyê (herêma operasyonê) bi tenê 50 leşkerên me hene, me ji zû de ew ji wir kişandin. Tirkiye heke bikeve şerekî nemecburî û hewcedarî, li ser aboriya wê û pereyê wê yê kêm dibe tesîreke mezin çêbibe.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button