Nêçîrvan Barzanî ji bo Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê hat vexwendin

Malpera fermî ya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan navên ku ji bo forumê hatine vexwendin. Forum dê sibê dest pê bike û sê rojan berdewam bike.
Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ku îsal cara çaremîn wê were lidarxistin, wê di navbera 11-13ê Nîsana 2025an da bi temaya “Di cîhaneke perçebûyî de hembêzkirina dîplomasiyê” bê lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo cara sêyem hat vexwendin bo forumê.
Nêçîrvan Barzanî pêştir di sala 2022ê de beşdarî korbenda duyem û di sala 2024ê de jî di korbenda sêyem de bû.
Di foruma ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ve tê organîzekirin de, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, rayedarên payebilind ên welêt, serokên cuda yên dewletan, wezîrên derve û siyasetmedaran dê bên cem hev.
Li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî li gel Nêçîrvan Barzanî ji bo wê forumê hatibû vexwendin.