Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bêne kirin

Cîgirê Serokê PDKê û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku derbarê beşdariya Kurdan di hikmûmeta nû ya Iraqê de şanda PDK û YNKê dê li Bexdayê biryara xwe ya dawî bide ku tevlî kîjan hevpeymaniyê bibe, ku ew biryar dê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de be.Îro bi serperiştiya Serok  Barzanî, Encûmena Rêveberiya PDKê civiya û piştî civînê Nêçîrvan Barzanî ji medyayên Kurdistanê re ragihand: “Me di civîna xwe de behsa beşdariya di hikûmeta nû ya Iraqê de kir û me ev yek gotûbêj kir.”Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Emê sibe ligel YNKê jî bicivin û em hêvîdar in partiyên din ên Kurdistanê jî li Bexdayê ligel me bin  û pêwîst e beriya civîna parlamentoya Iraqê em biryara xwe ya dawî bidin ku em ligel kîja hevpeymaniya Iraqê bin. Lê emê wê biryarê bidin ya ku di berjewendiya Herêma Kurdistanê de be.”Cîgirê serokê PDKê derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî ragihand: “Hilbijartin dê di wextê xwe de birêve biçin û piraniya aliyên siyasî jî vê yekê dibêjin.

Nerîna min :