Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bi erênî li serdana Sûdanî dinêre  

 

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ya Washingtonê nîşan da û diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erênî li vê serdanê dinêre.

 Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî li ser tora medya civakî di derbarê serdana Sûdanî de daxuyaniyek da. Barzanî di peyama xwe de got: „Em hêvîdar in ku civîn berhemdar û erênî bin û bibin sedema pêşdebirina peywendiyên her du welatan“. 

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî roja 13.04.2024ê li ser vexwendina fermî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden çû Amerîkayê.

 

Back to top button