Civak
Li Amedê jinekê xwe ji qata 13an avêt xwarê

Mamosteya ku doh li Amedê xwe ji qata 13emîn a plazayê avêt û xwe kujt, 4 sal berê jî xwe ji qata 13emîn avêtibû avahiyekê û birîndar xilas bûbû.
Di bûyera hovane ya ku doh li Taxa Kayapinara Diyarbekirê li plazayekê pêk hat, Ayşegul Deger a 45 salî xweji qata 13emîn avêt û xwe kujt. Hat ragihandin ku Ayşegul Deger tedawiya psîkolojîk didît.
Derket holê ku Ayşegul Deger berê jî 4 caran xwestiye xwe bikuje û herî dawî di sala 2020an de li Taxa Selahattîn Eyyûbî ji qata 13emîn xwe avêtibû xwarê. Di wê demê de Değer ji ber ku li ser dare devê deriyê avahiyê ketibû, bi birîndarî xilas bûbû.
Hat hînbûn ku Değer dayika zarokekê ye, berî demekê ji mêrê xwe cuda bûye û di heyama pandemiyê de bi vîrûsa koronayê jî ketiye.


