CîhanCivak

Nêçîrvan Barzanî: Em hevsozê kes û karên qurbaniyên Bexdayê ne

Serokwezîrê  Kurdistanî Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ji bo Serikwezîr û gelê Îraqê, hevsozî û hevxemiya tevî kes û karên qurbaniyên teqîna terorîstiya Bexdayê xuya dike:Ji bo Birêz Heyder Ebadî Serokwezîrê ÎraqêTeqîna terorîstiya DAIŞê li Roja Yekşem 2016/7/3 li devera Kerade ya Bexdayê, karesateka gelek mezin bû, ku 213 welatiyên sivîl şehîd bûn û gelek jî bi dijwarî birîndar bûne. Bi vê sedema xembar, sersaxiyê ji xwe û we û hemû gelê Îraqê dikim û hevxemî û hevsoziya xwe digel kes û karên qurbaniyan xuya dikim. Bi rastî ev kiryara terorîstî karesateka mezin e û ji Xudayê mezin daxwazkarim seburiyê bide hemû aliyekê û birîndar jî bi zûyî baş bibin.Teror û terorîst ji bilî hovatî û reşekuşî û binpêkirina mafên mirovan, çi baweriyeka din nine, lewma welatiyên sivîl  li Meha Remezanê û li dema karkirin ji bo dabînkirina bijîva jiyanê dikene armanc. Bexda careka din piştî çend paytextên din bûye armanca mezin ya terorîstan. Li demekê ku hemû mirovahî di metirsiya mezin û bê sinûra terorê daye, hêzên Îraqî û pêşmerge di hêla pêşng ya têkşikandin û nehêlan metirsîdartirîn rêkxistina terorîstiya cihanî ne, ku Rêkxistina DAIŞê ye.Ji nav birina vê metirsiya mezin û parastina canê welatiyan, pêwîstî bi hemahengiya teva û berfireh heye, ji ber ku hêşta metirsî gelek mezin e û operasiyona mezintir li pêşberî hêzên Îraqî û Pêşmerge maye ji bo ji nav birina DAIŞê li Kurdistanê û hemû Îraqê. Divê êrişên terorîstî ku mirovên sivîl dikin armanc û karesatên mezin jê dibin, bibe sedema bihêztir bûna yekêtiya me li hember terorîstan.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê2016/7/4

Balkêş e ?
Close
Back to top button