Nêçîrvan Barzanî digel Murad Özçelîk civiya
Hewlêr: Îro li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê digel Murad Özçelîk sefîrê Tirkiyeyê yê li Îraqê û şandeya pê re kir civiya.
Di civînê de ku konsolosê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî amade bû, behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û pirosesa siyasiya Îraqê kir.
Barzanî û Özçelîk di civîna xwe de tekîd li ser giringiya berfirehkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Anqereyê yên di warê abûrî û bazirganî ku di xizmeta her du aliyan de be kir.
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Hesen Kazimî Qumî kir
Her îro û li bajarê Hewlêrê. Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê pêşwazî li heyeteke Komara Îslamiya Îranê a bi serokatiya Hesen Kazimî Qumî serokê konseya berfirehkirina bazirganîyê di navbera Îraq û Îraqê de kir.
Di dîdarekê de ku konsolsoê konsolxaneya Îranê ya li Hewlêrê jî amade bû, têkeliyên abûrî û bazirganî yên navbera Hewlêr û Tehranê û mekanîzma pêxistin û berefirehkirina wan têkeiyan bi awayekî ku di berjewendiya her di terefan de be, hat nirxandin.