Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî di wê qonaxa dijwar de roleke bingehîn hebû

Şêx Cehfer destnîşan dike ku Nêçîrvan Barzanî di derbaskirina qonaxa dijwar de xwedî roleke sereke bû.

Şêx Cehfer, di kabîneya heftan de Wezîrê Pêşmerge bû û niha jî ji aliyê YNKê ve, berbijêr e bo postê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê. Şêx Ceifer azmûna kar li gel Nêçîrvan Barzanî heye û pesn dide ku di qonaxeke dijwar de, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, ji ber, ‘qonaxekî dijwar a du îdareyî û bêbawerî’ derbas kir.

Şêx Cehfer di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de, derbarê cîgirtiya Serokê Herêma Kurdistanê û karkirina li gel Nêçîrvan Barzanî, diyar dike ku ew xwedî azmûneke zêde ye derbarê karkirina li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye û dibêje, wî qet rojekê jî hest pê nekiriye ku Nêçîrvan Barzanî cudahiyê têxe navbera kesan an jî aliyan. Şêx Ceifer dibêje Nêçîrvan Barzanî tenê li kar dinêrî ku kî karê baştir dike û kî dilsoz e.

Şêx Ceifer dibêje di wê heyama ku Nêçîrvan Barzanî, bû serokwezîr, qonaxeke dijwar bû û diyar dike, “Şerê gelek kirêt ê navxwe, du îdareyî û yekxistina îdareyan û hêzên Pêşmerge li ber dest bû. Karkirina bo yekxistina wan di wê qonaxê de, yan pêkanîna baweriyê di navbera YNK û PDKê de gelek gelek dijwar bû. Kak Nêçîrvan Barzanî ew bingehîn hebû ku bikare wan îdareyên ji hev cuda yekbixe.”

Şêx Ceifer ku niha jî fermandarê Hêza 70an e, radigihîne ku ew niha jî wî karê xwe birêve dibe û dibêje, “Ji ber ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve fermana destbikarkirina wî ya weke Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, der neçûye.” Şêx Ceifer dibêje ji ber kar û bar, Serokê Herêma Kurdistanê li derveyî Herêma Kurdistanê bû û diyar dike ew li bendê ye fermana destbikarkirina wî bê îmzekirin.

Şêx Ceifer azmûneke wî ya zêde li gel hêzên Pêşmerge heye, derbarê yekgirtina hêzên Pêşmerge de jî dibêje, ew ne karekî dijwar e û di vî warî de azmûna wan heye û diyar dike, “Me 12 lîwayên Pêşmergeyan yek xist. Di wan lîwayan de hêzên hemû aliyan tê de hebûn. Wan hemûyan di sengerekê de şerê DAIŞê de bergirî dikirin. Lêbelê dijwariyên li ber yekxistina Pêşmerge zêde ne û ne xalek û du xal in. Yekxistina hêzên Pêşmerge, pêwîstî bi bûdceyê heye. Ew budçe li ber destê me nebû ku hemû pêdawîstiyên yekgirtina hêzên Pêşmerge dabîn bikin.”

Back to top button