CîhanPolîtîk

Nêçîrvan Barzanî bo Stefan Löven: Ya giring qonaxa piştî azadkirina Mûsilê ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 25.10.2016ê li bajarê Hewlêrê, digel Stefan Löven serokwezîrê Swêdê û şandeya pê re civiya û hevkarî û alîkariyên Swêdê bo Herêma Kurdistanê bilind hatin nirxandin.Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên Herêma Kurdistanê amade bû, Nêçîrvan Barzanî li hember wan alîkarî û hekariya Swêd di warê serbazî û însanî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike û meşîq û rahînan pêşmerge ji aliyê şareza û pisporên serbaziyên swêdî ve, sipasiya serokwezîr, hikûmet û xelkê Swêdê kir. Barzanî ji şandeya mêvan re behsa hevahengiya navbera pêşmerge, arteşa Îraq û hevpeymanan de di operasyona azadkirina Mûsilê heye kir û tekîd li ser wê yekê kir ku, ya giringtir ji pirosesa azadkirina Mûsilê ew ka dê piştî bidawîhatina operasyonê pirosesa siyasî li Îraqê bi giştî û îdarekirina bajarê Mûsilê û kontirolkirina tixûban çawa dibe.Serokwezîrê Kurdistanê careke din tekîd kir ku, hebûna zêdetir ji milyonek û heştsedhezar koçber û penaberên destê terorê barê herêma Kurdistanê gelek giran kiriye û pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi alîkariya navdewletî heye, bi taybetî ku pêşbînî tê kirin hijmareke zêdetir ya koçberan ji Mûsilê ber bi herêma Kurdistanê bên.Stefan Löven serokwezîr Swêdê serkeftinên pêşmerge bi ser terorîstên DAÎŞ de bilind nirxandin û pêşmerge bi serferaziya Kurdistanê wesif kir, sersaxî li malbatên şehîdan kir, hêviya çakbûnê ji birîndaran re xwest û tekîd kir ku Swêd dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be û hijmara şareza û pisporên leşkerî li Herêma Kurdistanê zêdetir bike.Serokwezîrê Swêdê got ku hebûna diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser qonaxa piştî azadkirina Mûsilê gelek giringe û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku pêwîstiya Îraqê bi diyalogek cidî heye li ser paşerojê welêt û çewaniya pêkvejiyana hemû pêkhateyên olî û neteweyî li welat heye.Serokwezîrê Swêdê got ku, pirsa penaberan pirseke navdewletî ye û pêwîste civaka navdewletî di pirsa penaberan de bi cidî alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Back to top button