Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge Hemîd Efendî dibîje, piştî ku operasyona rizgarkirina Başîkê bi serkeftî bidawî hat, niha Pêşmerge dest bi paqijkirina wê nahiyeyê û gundên derdora wê kirine. Herwiha dibêje, xelk ala spî bilind dikin û xwe radestî Hêzên Pêşmerge dikin. Hemîd Efendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di operasyona rizgarkirina Başîkê de, di serî de Hêzên Pêşmerge ji aliyê Naweran û pişt Başîkê hev girtin û niha Başîk û gundên pişta wê hemû di destê Pêşmerge de ne û wek rizgarkirî tên hesabkirin, lê pêdviya wan bi paqijkirinê heye ku ti terorîst tê de mabin yan jî divê ew bombe û mayînên DAIŞê bên pûçkirin, lewma niha Pêşmerge dest bi paqijkirinê kirine û ew kar bi hêminî tê kirin da ku ziyanê negihîne ti kesî.” Efendî wiha got: “Heta sibê dê hemû Başîk û gundên rizgarkirî bên paqijkirin û dê dawî li karê wan bê.” Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Xelk li wan navçeyê rizgarkirî mane û bi ala spî tên xwe radestî Hêzên Pêşmerge dikin û Pêşmerge jî pêşwaziyê li wan dikin.”
Pêş
03/11/2024
Esad ji normalbûnê re ne amade ye
03/11/2024
`Ger Trump di hilbijartinan de têk biçe dê encaman qebûl neke`
Têkildar
Balkêş e ?
Close