Nêçîrvan Barzanî bersiv da pîrozbahiya Serokwezîra Brîtanyayê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bersiva pîrozbahiya Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May dide û dibêje ku Herêma Kurdistanê weke hevbeşeke stratejîk li Brîtanyayê dinêre.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya twitterê bersiv da pîrozbahiya Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May û diyar kir: “Ji bo peyvên we yên bi nirx gelek spas Theresa May. Herêma Kurdistanê, Brîtanyayê weke hevbeşeke stratejîk dibîne.”
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Ez bi xwe çavê min li ser wê yekê ye ku li gel hikûmeta we û tîmên we li Herêma Kurdistanê kar bikim ji bo bihêzkirina peywendiyên me yên dualî di siberojê de.”
Duh Serokwezîra Brîtanyayê bi rêya twitterê ji ber hilbijartina weke Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand ku Brîtanya dixwaze peywendiyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.