Nêçîrvan Barzanî‌ serdana holên taqîkirinê dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî Wezîrê Perwerde û Parêzgarê Hewlêrê serdana holên xula yekema ezmûnên giştî yên pola 12 ya amadeyî li xwendingeha Hîmet li hewlêrê kir.Serokwezîr ji nêz ve haydarê rewşa xwendekaran û holên taqîkirinê bû û hêviya serketinê ji wan re xwest û destxweşiya mamostayan jî kir.Nêçîrvan Barzanî di peyvekê de ji bo dezgehên ragihandinê bi xuyakirina kêfxweşiy xwe ji bo ji nêzîkve hayarbûn ji taqîkirinên xwendekaran ragihand serdana wî du armanc heye, yekem pîrozbahîkirina xwendekaran  ku ji bo wan rojeka dîrokî û giring e û hêviya serketinê ji wan re xwest. Her wiha spasiya kesukarên xwendekaran jî kir ku gelek zehmet kişandine ji bo gihandina xortên xwe  ji bo vê qonaxê û pêdagirî li ser vê yekê jî kir ki Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi wan dide, ji ber ku neviyên paşerojê ne ku li pêşerojê vî welatî rêve dibin.

Her wiha got armanc duyem jî destxweşî û spaskirina mamostayên birêz e ku çi peyvek nine ji bo spasîkirina wan. Ji ber ku sala 1991 ku rewşa aborî gelek xirap bû û niha jî Herêma Kurdistanê berhingarê qeyraneka dijwara darayî bûye, zêdebarê vî yekê ku ev krize gelek bargiranî ji bo wan çêkiriye, lê rê nedan ku piroseya xwendin û perwerde li Herêma Kurdistanê bihê sekinandin. Her wiha got mamosta pişrast bin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê şev û roj hewla çareserkirina krîza darayî dide û geşbîniya xwe jî ji bo debazkirina vê rewşê bi awayekî serketî nîşanda.Serokwezîr li bersiva pirsyaran derbarê kêmiya avahiyên xwendingehan xuyakir pirsgirîka kêmiya avahiyên xwendinê piştî sala 2003 zêdetir bûye, ji ber ku gelek kesan bi awayekê berfireh berev xwendinê çûn, hikûmetê jî pilan hebû ku bikaribe bilez hinek xendingehan ava bike, lê ji ber qeyrana darayî ev pilane wek xwe nehate cî bi cîkirinê û hewlên Wezreta Perwerde ji bo vê yekê berdewam in. ev ye jî got ku çend rojan berî niha beşdarê merasimeka vekirina xwendingehekê bû ku ji aliyê xêrxwazekê hatibû çêkirin û daxwaz ji wan kesan ku di şiyana wan de heye, li her cihekê Kurdistanê bin, avahiyên xwendingehan ava bikin, ji bo vê yekê bi alîkariya wan bikarin pirsgirêka kêmiya avahiyên xwendinê çareser bikin 

Her li bersiva pirsyarên rojnamevananm derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan xuyakir Herêma Kurdistanê pabendê pirensîpên giştî ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyalog û danûstanê, Bexda ji bo Herêma Kurdistanê di asta serê daye ku ji bo Herêma Kurdistanê senterê stratîjî ye, em çi derfetekî ji dest nadin ji bo çareserkirina pirsgirîkan. Ev yeke jî ret kir ku bi van zûyane şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, lê dikare şandên aliyên siyasî serdana Bexdayê bikin,  ku heya niha dema serdankirinê nehatine diyarkirin.Derbarê rêketina navbera YNK û Bizava Goran jî xuyakir eva peywendî bi wan heye û helwesta PDK derbarê vî pirsê hatiye ragihandin.Derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Komara Îslamiya Îranê, amaje bi vê yekê da ku banghêşta fermî ya wî welatî gehiştiye Serokê Herêma Kurdistanê û qebûl kiriye, lê heya niha dema vê serdanê nehatiye diyarkirin û niha tîma Herêma Kurdistanê î Îranê kar ji bo rêkxistina vê serdanê dikin.

Nerîna min :