Cîhan

Kurdistan û Urdin pilana azadkirina Mûsilê gotûbêj dikin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 02.06.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Heysem Ebolful konsulê nû yê Urdunê li Kurdistanê û şandeya pê re kir û pilana operasyona azadkirina Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞê gotûbêj kirserokwezîrê Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûn konsulê nû yê Urdinê li Herêma Kurdistanê kir û hêvî kir û ew di kar û xebatên xwe de, bi tyabetî di pêşvebirina têkeliyên bi Kurdistan re serketî be.Konsulê Urdinê got ku ew kêfxweş e li Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe yê nû dike û sipasiya wê pêşwaziya gerêma jê re hatiye kirin kir û got ku, ew hest dike li herêma Kurdistanê ew di nav xelk û li welatê xwe ye. Tekîd li ser xurtkirina têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re kir û diyar kir ku, welatê wî di warê îdarî û êkonomî de pispor û şarezayên baş hene û ji bona derbaskirina kirîza êkonomî dikare hevkariya herêma Kurdistanê bike.Behsa şerê dijî terorê û mêrxasiya pêşmergê Kurdistanê li hember terorîstên DAÎŞ hat kirin û di vê çarçoveyê de konsulê Urdinê serketinên pêşmerge, bi taybetî ew serketinên di van çend rojên dawiyê de bidest xistin, li xelk û serokatiya Kurdistanê pîroz kir û got ku, tekoşîn û qaremaniya pêşmerge ji bo hemû cîhanê şanaziye û piştgiriya Urdinê jî bo herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de nîşan da.Pilana operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞ, pirosesa siyasî û rewşa Îraqê û rewşa koçber û penaberên li herêma Kurdistan û Urdinê, di civînê de gotûbêj kirin û her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku koçber û penaberên li Herêma Kuridstan û Urdinê pêwîstî bi zêdetir hevkariya navdewletî û Îraqê heye. Di vî warî de, serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku hikûmeta Îraqê weke pêwîst li hember rewşa koçber û penaberên li herêma Kurdistanê wezîfeya xwe bi cî nekiriye û divê Îraqê li hember vê pirês bi cidî bi berpirsiyariya xwe rabe.

Back to top button