Nivîsar

Ne mîr e ne wezîr e!

Nûrî Çelîk

Balkêş e, heçê dikeve nava AKP yan jî heçê dibe wekîl û dikeve meclîsa Tirko, bi carekê çerm û eyarê xwe diguhere û dest bi dijminatîya Kurdistanê dike. Nizanim ne ji ava meclîsê ye, ne ji nanê meclîsê ye, ne jî ji mûçe û pareyên meclîsê ye, tiştekî ecêb e.

Dieslêxwe de wekîlên HDP jî heman lotikan davêjin û li dijî serxwebûna Kurdistanê disekinin. Lê çi hikmet be Orhan Kizîroglû (pardon, yanî Mîroglû) balê dikşîne ser xwe.

Kevne Parlamenterê AKPê Orhan Miroglu, berî çend sala piştî hevdîtina xwe ya ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden, 2 nivîsên qerase di rojnameya Starê ya Tirkî de nivîsandin. Mîroglû di nivîsên xwe de qala niyeta Amerîkayê û avakirina dewleta Kurdî dike.

Miroglû efendî di nivîsên xwe de ji bo pêwendiyên Amerîka û PYDê, guherîna nerînên li dijî Kurdan acizbûna xwe nîşan daye û gotiye: „Heta niha welatên rojavayî digotin ku ji bilî çiyayan dostên Kurdan tunene, lê niha rabûne û dibêjin: “Li Rojhilata Navîn ji bilî Kurdan hêzek bejayî bi qasî wan xurt û jêhatî nîn e. Ev neheqiyek e“

Herwiha Miroglû begefendî navê Kurdistanê mîna „Kurdistana xeyalî“ bi lêv kiriye û ji Amerîkayê xwestiye ku alîkarîya Kurdan nekin da ku Kurd nikaribin dewletek serbixwe ava bikin.

Aynî Kizîroğlu; çendak berê di bernameyek televizyona CNN de, wek Kurdekî heramzade; bi heceta PKK/HDP û dengdarên wan erîş dibir ser netewa ji bilî netewa Tirk û bi taybet li dijî netewdewleta Kurdî.

Tiştê mirov matmayî dikir; ti kesî balawî nekişan; û ne go: Kizîroglu; berî ti dergevaniyê li ber deriyê AKPê bike, te li ber deriyê PKK û HADEPê dergevanî dikir. Miriv nikare bêygo bipirse, ji Kizîro!!!

Ê de were û vî kerî di vî borî re derbas bike!

Ma lidijderketina serxwebûna Kurdistanê bi te maye?

Yan ew fîşekên ku dewletê pê laşê te kiribû serad, te ji bîr kirine?

Mîroglî tu di nav Kurdan de „Mîr“ î, lê di nav AKP de ne „Mîr“ î û ne jî „wezîr“ î, tu kizîr î kizîr, peppûko!. Heke AKP ji te hez kiribûya, hema bela te kiribûna wezîrek ma çi dibû? Yanî ku yên wek te berdevkîya AKP û dewleta Tirk bikin, hûnê çi biserxin?

Kizîr ma tu ji xalê xwe Mûsa Anter jî şerm û fedî nakî?

Aha van necamêra nasbikin bê çi rovîne.

Kurmên darê ev in.

Tew ne tenê kurm in, zîro ne zîrooooooo!

 

 

Back to top button