Nivîsar

Kurdên Koçber

 

Lokman Polat

Ji damezrandina komara Tirkiyê  a Kemalîst ta niha dewletê gelek caran li hemberê kurdan qetlîam pêk aniye, kurdan kuştiye, sirgûn kiriye. Herî dawî jî, dewleta dagirker a kemalîst li bakurê Kurdistanê li hemberê kurdan şerekî qirêj pêk anî. Hêzên dewletê sî hezar kurd kuşt û pênc hezar gundên kurdan şewitand, xirab kir, wêran kir. Bi taybetî jî di dema serokwezîra jin a ku bi eslê xwe jî Boşnak e, Tansu Çîler de li gundên kurdan kevir li ser kevirê nehêştin. Dewletê bi çova zorê bi milyonan kurd ji ser axa wan rakir û kire koçber. Xirabkirina û şewitandina gundan têrê dewleta Kemalîst nekir, vêca dewletê navçe û mahleyên bajarên kurdan xirab kirin. Sura Amedê, Cîzîr, Silopî, Şîrnak, gewer hatin şewitandin û xirabkirin û ji wir bi hezaran kurd bûn koçber.

Kurdên ku bûn koçber û koçê bajarên mezin yên rojavayê Anadoliyê kirin, di wan bajarên mezin yên metropol de perîşan bûne. Gundiyên kurd ku koçê van bajaran kirin xwedî ziman û kultureke/çandeke cuda bûn. Wan li bajaran kar nedît ku bixebitin. Bêkarî, feqîrî, belengazî wan xiste haleke xirab. Lewre jî hinek gundîyên kurd û zarokên wan ji neçariyê krîmînalîze bûn. Kurdên koçber ji mecbûrî têkilên karê krîmînal bûne.

Di gund de halê wan xweş bû, rewşa wan a aborî baş bû. Hatina wan hebû. Erdên xwe diajotin, rez û bostanên wan hebû, dewarên wan hebû. Ard ji erd, rûn, şîr, dew û mast ji dewaran, fêkî ji bexçeyan, zebze ji bostanan diçiniyan. Lê li bajaran mecbûrin ku wan hemû tiştan ji çarşîyê, ji dikanan bikirin. Dema kar tunebe, hatina aborî nebaş be, mirov mihtacê naneke somûnê dibe.

Niha li hepisxaneyên bajarên mezin yên hepiskirî bi piranî kurd in. Kurdên ku ji ber neçariyê mecbûr mane dizî kirine, cih û kesan şelihandine, karên qaçaxî kirine û esrar û eroîn firotine û hatine girtin, li hepisxaneyan dirizin. Ew kesên hepiskirî ji keyfa dilê xwe neketine van riyên xirab. Şert û şût û jiyana kambax ew mecbûr kirine û lewre jî ketine vî halî.

Hinek keç û jinên kurdên koçber ku ji alî hinek tirkên zikreş, xêrnexwaz û pêzeweng ve hatine xapandin û van tirkên dilreş wan kirine koleyên seksê, di rewşeke xirab de ne. Hinek ciwanên tirk ku peyayên –zilamên- pêzewengên jinfiroşanin, bi keçên kurdan re têkilî datînin û wan bi weeda zewacê dixapînin û dibine laşê wan difoşin. Hinek keç û jin jî ji ber rewşa aborî, ji neçariyê dikevin vê riya xirab û laşê xwe difroşin. Netenê li bajarên metropolên rojavayê Anadoliyê, herweha li bajarên kurdan jî fuhuş, laşfirotin, qebraxî, pêzewengî pir bûye. Du bajarên ku dil û ruhê Kurdistanê ne, yanî li bajarê Diyarbekirê/Amedê û Wanê jî hejmara jinên koleyên seksê zêde bûye û piraniya wan ji jinên koçber ku ji gundan hatine pêk tê. Rojnameya “Azadiya Welat” jî çend car di nûçeyên xwe de bal kişand ser vê rewşê û fuhuşa li bajarên Kurdistanê şermezar kir. Li bajarên Kurdistanê hinek polîsên tirk, uzman çawîş û karmendên dewletê vî karê fuhuşê organize dikin û hem jê pere qezenç dikin û hem jî keç û jinên kurd dixine riya xirab.

Li bajarên Ankara, Îstanbul û Îzmîrê fedaîyên bar û pavyonan bi piranî kurd in. Patronên bar û pavyonan ji bo mêrxasî û netirsiya kurdan wan weke fedaî bikar tînin. Koçberên ku di bajaran de ji ber neçariyê ketine riyên xirab û karên xirab dikin, heger mecal hebe û gundiyên koçber vegerin gundên xwe, dê ew jî dev ji van karên xirab berdin û vegerin gundên xwe û li ser axa xwe bijîn.

Min di pirtûka xwe ya novelan de, ku navî “Girîna Kurdî” ye, bi tevahî rewşa kurdên koçber û serpêhatiyên wan bi şêweyeke edebî anî zimên. Panzdeh kurteçîrokên ku di pirtûkê de ne, rewşa kurdên koçber tine ber çavan. Gelek xwendevan ji min re mail dişînin, ez pîroz dikin û dibêjin “te bal kişandiye ser mijareke gelek girîng. Xwezî kanalên televizyonên kurd jî dest biavêjin vê rewşê.” Mesele netenê ziman e. Vekirina TRT- 6 û xeyrêresmî – nefermî- serbestkirina ziman ji pirs û pirsgirêkên netewî, demokratîk û sosyal civakî re nabe çareserî.

Rewşa koçberên kurd yên metropolan rewşeke cidî ye. Divê masmediya kurd li ser vê mijarê bisekine. Divê televizyonên kurdan biçin li ser rewşa wan program çêkin. Rewşa koçberan rewşeke sosyal civakî ye û divê bi pirsgirêka doza kurd ve bêçareserkirin. Ji bo gundîyên kurd yên koçber vegerin gundên xwe, li gundên wan mal – xanî- yên wan bêne çêkirin, derûdora gundên wan ji mayînan bêne paqijkirin. Divê hewldan pêk bê û jê re çareserî bê dîtin.

Back to top button