Hevserokê KCKê Cemil Bayik di derbarê devjêberdana çekan û herweha siyaseta KCKê de hevpeyvînek li gel BBC Turk çêkir û di hevpeyvînê de Bayik dixwaze cardin dayin standina li gel hukumeta Tirkiye bikin.Rojnemevan ji Bayik dipirse:
- We got karê pratik li ba meye. Mesele derketina çekdarên we ji Tirkiye..Gelo ev biryar tenê li ba weye?
- Bayik:Belê biryara vê yekê tenê em dikarin bidin. Kesek din nikare vê biryarê bide. Ne HDP dikare biryarê bide û nejî serok Apo dikarê vê biryarê bide. Serok Apo di destê wan de rehine. Di vî mercî de serok Apo dikare çi biryarê bide?
- Pirs: Başe eger bangewaziyek ya Apo di vî warî de çêbibe?
- Bayik: Nabe..Bibê jî biryar di destê me de ye. Ev yek me eleqeder dike ji ber ku em pratikê de vî karî rêve dibin. Kişandina hêzên çekdar de tenê em biryarê didin kesek din nikare biryarê bide. Dema em vê dibêjin , ew dibêjin “ Di navbera Qendil û Apo de nakokî heye û Qendil hêdî Apo nasnake“ Ev dide nîşandan ku armanca wan çîye.