Polîtîk

NB:Em mafên xwe yên destûrî kar tînin

Di hevdîtinekê de, Balyoza YE li Iraqê, Yana Haapaschkova ragihand ku mebest ji vê serdanê guhdarî li nêrîn, helwest û siyaseta Herêma Kurdistanê di qonaxa niha ya Iraqê de ye.

Herwiha Haapaschkova aşkere kir ku berî bidawîhatina meha Hizêranê, dê encûmena wezîrên derve yên YE bicivin û birayr li ser têkilî ligel Iraqê bidin.
Balyoza YE li Iraqê zelal kir jî ku ev serdana wan bo Herêma Kurdistanê nîşana pêgiriya wan bi têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê ye û piştgiraiya pirnsîpên sereke wek demokrasî, destûr, serweriya yasa û mafên mirovan e.

Ji aliyê xwe Serokweîzrê Kurdistanê ragihand ku ev hilbijartin derfeta dawî ye bo guhertina sîstema hikumraniyê li Iraqê û got: “Di van hilbijartinan de derfetek baş peyda bûye lê heta ragihandina encamên hilbijartina û destpêkirina proseya danûstadnina, wêne ne gelek zelale yan jî ber bi çi arasteyekî de diçe.”

Derbarê nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de Nêçîrvan Barzanî got ku birîna budce û mûçyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda “Bûyerek çaverê nekirî bû.”

Nêçîrvan Barzanî balkişand jî ku niha dem ne ew deme ku hizra hikûmeta piranî li Iraqê bê kirin û got ku pêwîste hemû alî bigihin hevbeşiyekê bo beşdariya hemû pêkhateyên siyasî.

Barzanî amaje kir jî ku dibe ku nêrînên cuda ya aliyên siyasî yên nava Herêma Kurdistanê hebe, lê dema ku mijar danûstandin ligel Bexade be, hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê yekin.

Li ser arîşeya şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku “Siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê di çarçoevay destûr û parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê de ye, lewma Herêma Kurdistanê rijde liser bikaranîna mafên xwe yên destûrî.”

Back to top button