Nawende tevgera Îranê li başûrê Kurdistanê: HELEBÇE
Çalakvanek a Kurd di medya civakî de peyamek belav kiriye û dibêje:
“ Çend roj berê di salvegera serkeftina şoreşa îslamî ya îranê ya 1979an (bi dîroka îranî 1357an) li bajarê Helepçe bi sponseriya îranê 1357 keçên Kurdistanê di festîvalekê de serpoşiya xwe ragihandin.
Erê xêre, ne protesto kirinek, ne nivîsek, ne karvedanek, ne daxuyaniyek li dijî îranê dernakeve? Erê ka bêjin, çi cudahî di navbera dagirkerên terorîstên îran û dagirkerên terorîstên tirk de heye?“
Îran Helebçe kiriye nawenda ramanên xwe…!
Bi minasebeta salvegera serkeftina “ Şoreşa Îslamî “ li Îranê ya ku di sala 1979ê pêkhatî de, li Helebçe rewresmek hate li darxistin. Ev rewrisim wek festîvalekî bû. Di vê festîvalê de 1357 keşên ciwanên Kurd serpoşî dan serê xwe û li gora daxwaziya Îranê tevgeran.
Sala 1357 (1979 zayini ye). Roja şoreşa Îslami li Îranêye. Ji bo vê jî 1357 keçên Kurd li Helebçeyê wek xwepêşandanekî pêkanîn û bi rêya wan dewleta Îranê peyamek gelek zîz da xelkê Kurdistanê. Îranê Helebçe kiriye wek nawendek siyasî li wê derê hewl dide jehra xwe li hemû Kurdistanê belav bike. Îran gelek bi hostayî dîn dike weseyeta sîyasetê û li başûr gav bi gav ewilê zihniyeta hinek aliyan û xelkê û pişre Kurdistanê dagir dike.
Îran xetera herî mezin e li ser serweriya herêma Kurdistanê. Lê ji bo ku alîgir û sîxûrên Îranê li başûr gelekin û bi hêzin bê dengî heremek bi temamî di warê çandî û siyasî de dagir kiriye. Helebçe bajarê komkujiyê kiriye nawenda ramanên xwe yên bi jehr.
Îran li başûrê Kurdistanê çalakiyên mezin li dijê Tevgera azadixwaz a Kurdistan Rojhilat li başûrê Kurdistanê dike. Rojane deverên sinor topbaran dike. Heta di nava sinorê Kurdistanê de bingehên leşkerî ava kirine û dema dixwaze derbasî axa başûrê Kurdistanê dibe.
Îran bi fûzeyan dema dixwaze nawendên partiyên kurda li Koyê dike armanc. Bi dehan çalakvanên Kurd ji başûr radestî rejima Îranê hatine kirin û ew hatine qetil kirin. Îranê zêdeyî 300 endamên partiyên rojhilatê Kurdistanê û çalakvanên kurd li başûrê Kurdistanê ji navbirine. Îran bi fûzeyan êrîşê balefirgeha navdewletî ya Hewlêr kir. Îran li Helebçe, Silêmaniyê ,Koyê tevgera rojhilata Kurdistanê zept kiriye.
Eger Îran bi minasebeta salvegera “Şoreşa Îslamî“ li Helebçe festivala li darbêxe û poşîya wek sembola jinên Îranî bide serê keçên ciwanên kurd , xeteriya herî mezin li ber deriyê başûrê Kurdistanê ye.
Başe Îran vê yekê çewe dike. Vekirî bi destê, Partiya Komeleya îslam dike. Bi destê Yekgirtuya Îslamî dike. Bi pişgiriya hinek aliyan di nava YNKê de dike û bi çerçoveya bernameyekî de li gel PKKê dike. Lê Kurd deng dernaxin. Kesek behsa vê yekê nake. Marksist, çep îslamî hemû ramanên tundrew ji bo pêşketina Îranê li xaka başûrê Kurdistanê de hevkariyê li gel hev û xizmeta belavbûna ramanên “Şoreşa Îslamîya Îranê“ dikin. Tenê deng ji Kurda dernakeve.
Tişta ku Tirkiye li başûrê Kurdistanê dike, Îran deh qetê wê dike û bi rêya Kurda dike. Kêmasî kurd li himber Tirkiye dengê xe dertêxin , lê li himber Îranê ker û lalin.
Weneyên ku di rewrisma li Helebçe derketin holê, delîlê xeteriyek mezin li ser Kurdistanê ye. Kesekî dîtiye ku, ramanên Îslamiyek tundrew bi rêya çepên tundrew li deverekî bi cih bibe? Kesekî dîtiye ku, Çep ji Îslamiya re bibin zemînek nerm.
Ev li başûrê Kurdistanê çêdibe. Lê ewên xwe kaşo pêşveru, demokrat , çep dihesibînin piraniya wan sîxûriya dagirkirina dewleta Îranê ya başûr dikin.
Helebçeyê wek bajarê Kumê li Îranê dikin û mixabin Helebçe bûye Kum a Kurdistanê…
Nûçe/Analîz
Rojevakurd