PolîtîkRojev

Neteweyên Yekgirtî rola Serokayetiya Kurdistanê girîng dinirxîne

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, xanima Jeanine Plasschaert tekez li wê yekê dike ku Serok Nêçîrvan Barzanî dikarê û çavê wan lêye amadeyî û roleke ber bi çavtir li serkeftina guftûgoya Hewlêr – Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cêgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê li yasaya budceya Iraqê ya ji bo sala 2021 de, her wiha li tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistaniyan da hebê.

Roja14.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li civînê de kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina wan û hewlên ji bo cêgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê li yasaya budceya 2021 ê Iraqê da hate guftûgokirin û her du alî tekez li ser çareserkirina wan ya li ser bingeha destûra Iraqê kir, her wiha rewşa siyasî û emnî û aboriya welat, pejika kovîd-19, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa koçber û penaberan, metirsiya serhildana terorê û kirdarên Da’îş û rewşa navçeyên wan bi giştî xistin ber behs û guftûgoyan.

Back to top button