Cîhan
Nawenda hevbeş dest karê xwe kir
Wezereta Berevaniya Tirkiye di daxûyaniyekî de ragihand ku, Nawende Hevbeş a Amerika û Tirkiye ji bo Herêma Aram dest karê xwe kiriye.
Di derbarê nawenda hevbeş a Herêma Aram de, Pentagon jî daxûyaniyek belav kir.
Berdevkê Pentagon Sean Robertson di daxûyaniya xwe de got: Berpirsên Amerika û Tirkiye îro keşfa xwe yekem ji bo Herêma Aram pêkanîn.
Robertson berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Nawenda hevbeş di serê vê heftiyê de hatiye damezirandin û ev keşfa ku hatî kirin karê Nawendê yê yekem e.Ev rewş dê bersiva metirsiyên Tirkiye ya ku dê li ser sinorê wan tevgere pêkwerine.Ev yek dê li bakurê rojhilatê Suriye ewlehiyê pêkbîne û dê bibe astenk ku DAÎŞ hêdî dernekeve.