Nivîsar

Navnîşana Helwesta Kurda gerek berjewendiyên netewî bin!

Bê ku partiyên siyasî bingeh bê girtin, divê eger pişgiriyek hebe ji bo berbijêrên ku, xwe wek Kurd bi nav dikin, behsa pirsgirêka Kurdan dikin û wek welatparêzek Kurd tevdigerin be.

Dara Bilek

Li bakurê Kurdistanê Tevgera Azadixwaz a Kurd di pêvajoyek gelek zîz re derbas dibe. Piraniya cara ev zîzbûn di pêvajoyên taybet de xûya dike. Di van hilbijartinan de  carek din hat xûyakirin ku, tevgera Kurd bi daxwazî û bernemeya xwe ya ku parastina mafên rewa yên miletê Kurd dike li holê naxweyê û hinek helwestên erênî li ser xeta netewî ku têne danîn  jî, mixabin gelekî alozin.

Ji hemûyê girîntir em wek Kurd rastiya xwe nabînin û piraniya cara em berjewendiyên netewî dikin qurbana hinek berjewendiyên kesayetî yan jî yên rêxistinî. Dema em nikaribin daxwaziyên netewî û Kurdistanî bikin bingeh û li ser wê pîvanê tevnegerin û li gora wê tifaqa ava nekin, ev tê wateya ku em berjewendiyên netewî wek pîvan nagirin.

Gelek cara tu wateya navê partî û rêxistina namîne. Daxwaz û helwesta wan derdikeve pêş û li gora wê jî di pêvajoyên taybet de têne nirxandin. Îro li Tirkiye û bakurê Kurdistanê cardin xûyakir ku, piraniya partî û rêxistinên bi navê Kurda tevdigerin bi temamî pirsa îdeolojik dertêxin pêş û îdeoliya ku diparêzin li ser berjewendiyên netewî re digrin û naxwazin vê yekê jî bibînin. Belkî handikapa mezin a tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê ev e.

Partiya Kesk a Çep li dora xwe yanî HDP gelek vekirî bi siyaseta PKKê tevdigere. Gelo armanca wan tenê ruxandina desthilata heyî ya AK partiyê ye yan jî destxistina hinek mafên netewî Kurdistani ye? Mixabin PKÇ ji daxwaziyên netewî û destxistina mafên Kurda nekiriya armanc. Heta di van hilbijartinan de hat xûyakirin ku, HDPê kesayetên Kurd di nav xwe de teswiye dike û behtir bi navê Partiya Kesk a Çep ber bi Tirkiyebûnê ve diçe û tu cewaziya wan ji partiyek çepên Tirk yan jî Tirkiye nemaye.

Dema mirov behsa alozbûna hestên netewî li bakurê Kurdistanê dike belkî jî ev yek rastiyek tehl e û divê ji bo ji holê rakirina vê aloziyê xebatek berbiçav bê kirin. Eger em wek Kurd, daxwaziyên xwe yên rewa nekin bingehê hemû cureyên hevkariya û li gora wê tevnegerin, em bi tenê dibin kaxizek ku ber avê dikeve û mirov nizanê li kû bê qafoyê. Ev yek ji bo tevgera Kurd û ji bo miletê Kurd diltezîniya herî mezin e.

Niha belkî tu mafê mirov tunebe ku em Partiya Çep a Kes rexne bikin, ji berku ew jî em jî wan wek partiyek Kurd nabînin.  HDPê biryarek da ku di serokkomariyê de berbijêra dernexin. Lê HDPê tu cara nekarî sedemê vê yekê eşkere bike. HDP ji bo pişgiriya berbijêrê Tifaqa Milet serokê CHPê Kiliçdaroglu berbijêrê xwe destnîşan nekir. Lê gelo HDPê û CHPê li ser çi li hevkirin ev nehîniye û ne CHP û ne HDP newêrê behsa li vê hevhatinê bike.  Ew aliyên nikaribin hevkariyek zelal û şefaf bikin û naveroka hevkariya xwe ji Raya Giştîre eşkere bikin, tê çi wateyê?

Di vê pêvajoya hilbijartinan de em wek Kurd gerek li gora pîvanek destxistina mafên netewî Kurdistanî tevbigerin û bibin xwedî helwest. Kî yan jî kijan partî behtir behsa mafê Kurda bike ew gerek ji wayên din maqûltirbe. Herweha bê ku parti yan jî aliyên siyasî bingeh bê girtin divê eger pişgiriyek hebe ji bo berbijêrên ku, xwe wek Kurd bi nav dikin behsa pirsgirêka Kurdan dikin û wek welatparêzek Kurd tevdigerin be.

Gerek berjewendiyên netewî yên Kurdistanî navnîşana helwesta me be. Ji derê vê gotubêjin têne kirin teferuatin û ne di berjewendiyên xeta netewî Kurdistanî de ne.

17.4.2023

Back to top button