Naveroka preskonferensa serokwezîr digel sê wezîrên derve yên Ewropayê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistan, Jean Asselborn wezîrê derve yê Luksemburg, Didier Reynders wezîrê derve yê Belçîka û Bert Koenders wezîrê derve yê Holendayê, roja 19.12.2016ê li bajarê Hewlêrê di preskonferensekê de çend pirsên giring zelal kirin û bersiva pirsên rojnamevanan dan.Di destpêka preskonferensê de, Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe û navê Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hikûmeta Herêma Kurdistanê bixêrhatina her sê wezîrê derve kir û got ku serdanan her sê wezîrê derve yên sê welatên Ewropayê divê kêlîkê de ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di warê berhingarbûna terorîstên DAÎŞ û hevkariyên mirovî ji bo koçber û penaberên destê terorê, nîşana piştgiriyê ye.Serokwezîr behsa naveroka civîna xwe ya bi her sê wezîrên devrve re kir û got:- Me sipasiya wan kir ku di warê leşkerî de meşîq û rahînanê bi pêşmerge dikin û di warê mirovî de alîkariyan pêşkeşî Herêma Kurdistanê dikin û behsa wê yekê hat kirin ka ew çewa dikarin zêdetir li ser meseleya reforman alîakriya Herêma Kurdistanê bikin.Jean Asselborn wezîrê derve yê Luksemburg ji bo wê pêşwaziya germa lêhatiye kirin sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir û diyar kir ku civîneke gelek baş digel serokwezîrê Kurdistanê encam da ku tê de rewşa Îraqê, Herêma Kurdistanê ku du cîyên gelek giringin li Rojhilata Navî û gelek terajîdiya tê de çêbûne û têkeliyên navbera Îraq û herêma Kurdistanê hatin behis kirin.Jean Asselborn wezîrê derve yê Luksemburg got:- Em hatine vir ji we re bêjin di cenga dijî DAÎŞê de piştevanên we ne. Ev dever di rewşên nexweş de derbas bûye, îro em gelek nêzîkî Mûsilê bûn, me ew koçber dîtin ku li herêma we hatine hewandin û me bi wan re xeber da. Niha yekmilyon û pêncsedhezar koçber û dused û pêncîhezar penaberên surî li Kurdistanê hene. 50% koçberên Îraqê li Herêma Kurdistanê ne û 97% ji wan penaberên surî yên hatine Îraqê li herêma Kurdistanê ne. Destxweşiyê û piştevaniyê li we dikin ku we ew koçber û penaber pîşwazîkirin û hewandin.- Me di civîna bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê re behsa pirsa nizimbûna buhayê neftê, birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bo Herêma Kurdistanê û xebatên hikûmetê ku bigehe bazarê cîhanê gotûbêj kirin.Didier Reynders wezîrê derve yê Belçîkayê ku ev cara duyeme seredana Herêma Kurdistanê dike di axaftina xwe de piştevaniya hikûmeta welatê xwe ji bo xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşanda û got:- Ez gelek şanziyê bi mêrxasiya pêşmerge dikim û îro min hindek pêşmerge dîtin. Em piştevaniya we dikin li ser biryar û xwesteke we ya ji bona jinavbirina DAÎŞê. Piresek gelek giring heye ku ew jî pirsa aramiya Mûsilê û derdûra wê ye. Piştî şerê DAÎŞ, gelek giringe pilanek bê amadekirin ji bona bi cîkirina aramiyê û hevsengiyê di navbera hemû pêkhateyan de.- Em di warê leşkerî û mirovî de alîkariya we dikin, em lêdixebitin ku têkeliyên diplomasî pêş bixin û di nav balyozxaneya Holendayê li Bexdayê diplomatkarek destnîşan bikin…em lêdixebitin di demek nêzîk de konsulek fexrî yê welatê xwe li Hewlêrê destnîşan bikin daku digel hikûmeta we di nav têkeliyan de be.Bert Koenders wezîrê derve yê Holendayê di preskoferensêd e got:- Ez gelek kêfxweş dibin dema behsa hesta dostîniya nevbera xelkê Hewlêr, yan vê herêmê û Holendayê dikim, di warên cuda de têkeliyên xurt hene û bi hev re kar dikin, di warê çandinî û bazirganî de têkelyên baş hene. Di nava van têkeliyan de em hewil didin giringiyê bi têkeliyên êkonomî bidin û giringiyê bi bizava bazirganî bidin ku ji bo xelk û karmendan giring e.- Di warê ewlehiyê de em hevkariya we dikin û hijmareke şareza û pisporên leşkerê me li virin meşîq û rahînanê bi pêşmerge dikin û di warê ewlehiyê de alîkariya wan dikin. Ez îro gelek kêfxweş bûm ku min dît di vê cenga dijwar de pêşmerge karên mezin kirine, gelek sipasiya xelkê Kurdistanê dikim ku pêşwazî li koçberan kiriye û hewandine. Tekîdê li ser piştevaniya hikûmeta Holendayê bo hikûmet û xelkê Kurdistanê dikim û li ser hevkarîkirina we, em dê berdewam bin.- Di vê demê de em beşdariyê di amadekirina pilanekê ji bo piştî azadkirina Mûsilê û deverên derdûra wê dikin. Gelek giringe, piştî azadkirinê wê ji bin destê DAÎŞê, ji bo paşerojê Mûsilê û deverên derdûra wê pilaneke minasib hebe. Ev yek ji bo aramî û aştiya deverê gelek giring e û çend zû bê encam dan baştire. Em ji bo hevkariyê amadene û balyozxaneya me li Bexdayê û konsulxaneya giştî li Hewlêrê amadene rol bilîz in. Ji bo xelkê Kurdistanê em vî karî bi giring dizanin, ji ber ku aramî û aşitî pirseke stratejîk û giringe bo xelkê Kurdistanê.