Civînek gelek giring digel sê wezîrên derve yên Ewropayê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 19.12.2016ê li bajarê Hewlêrê, digel wezîrên derve Jean Asselborn wezîrê derve yê Luksemburg, Didier Reynders wezîrê derve yê Belçîka û Bert Koenders wezîrê derve yê Holendayê civiya.Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê û hijmareke wezîr û berpirsên din yên hikûmetê amade bûn, şandeya mêvan diyar kir ku wan di çarçoveya seredana xwe de seredana wan bingehan kir ku tê de ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî ve meşîq û rahînanê bi pêşmergeyê Kurdistanê dikin û diyar kir ku, hevahengiyeke baş di navbera hêzên hevpeymanan û pêşmerge de heye.Her sê wezîrên derve yê Luksemburg, yê Belçîka û yê Holendayê, pêkvejiyana netewe û olên cuda li Herêma Kurdistanê, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê, qurbanîdanên pêşmerge di cenga dijî terorîstên DAÎŞ û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li hemû bereyên cenga dijî terorê bilind nirxandin û bi pêdvî zanî ku civaka navdewletî zêdetir hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Pêwîste di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bona qonaxa piştî DAÎŞê, pilaneke giştgir hebe bi awayekî ku koçber û penaber vegerin ser warên xwe û deverên wan bên avakirin.Di civînê de behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê, Luksemburg, Belçîka û Holendayê û têkeliyên navbera Hewlêrê û Bexdayê hat kirin û têkeliyên di warê leşkerî de yên di navbera Hewlêr û Bexdayê bi başî hatin wesif kirin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkariyên welatê Belçîka, Holenda û Luksemburgê di ware leşkerî û mirovî de ku, pêşkeşî Herêma Kurdistanê dikin, kir û hêvî xwest ku ew hevkarî berdewam bin. Barzanî got ku di warê leşkerî de hevahengiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, lê di ware siyasî de hêşta ew têkelî weke pêwîst nînin û berheviya Herêma Kurdistanê nîşan de ku hemû pirsên hilawîstiyên bi Bexdayê re bi danûstandinan çareser bike.Serokwezîr got ku mafê Herêma Kurdistanê ye çareseriyeke maînde bi rêya diyalogê digel Bexdayê û dûr ji şidetê ji bo diyarkirina çaenivîsa xwe diyar bike.Barzanê ji şandeya mêvan re got ku pêşmergeyê Kurdistanê ji bona rizgarkirin û vegerandina aramiyê bo deverên derdûra Mûsilê roleke ber bi çav hebû û hevkariya arteşa Îraqî jî kiriye û bi pêwîstî zanî ku civaka navdewletî di çarçoveya wan alîkariyên bi Îraqê ten dan, pişka Herêma Kurdistaê jî ji wan alîkariyan bê diyar kirin ji ber ku heta niha Herêma Kurdistanê ji wan alîkariyan mifa wernegiritye. Serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste digel Bexdayê pilaneke berfireh ji bo bicîkirina aramiyê li deverê û vegerandina baweriyê ji bo pêkhateyên cuda ku vegerin ser mal û milkên xwe û deverên wan jî bên avakirin.Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, ji şandeya mêvan re, bi kurtî, behsa rewşa êkonomî li Herêma Kurdistanê û hokarên serhildana kirîza êkonomî û ew pêngavên hikûmetê ji bona çareserkirina wê kirîzê avêtine kir û diyar kir ku ev kirîza rastî Herêma Kurdistanê hatî derfeteke ku hikûmeta Herêma Kurdistanê siyaseta xwe di hemû waran de di berçavan re derbas bike. Talebanî got ku pirograma çaksaziyên îdarî û êkonomî bi hevahengî digel Bankaya Navdewletî hatiye amade kirin.

Nerîna min :