Naveroka preskonferensa Roma

Di duyemîn roja serdana xwe ya bo Îtaliyayê de, îro roja sêşemiyê 03.03.2015ê  li Roma, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re ji bal Paulo Centîlonî wezîrê karê derve  yê Îtaliyayê ve hatin pêşwazî kirin û piştî civînekê derketin pêşberî rojnamevanan û naveroka civîna xwe eşkere kir û bersiva pirsan dan

Di destpêka preskonferensê de, wezîrê karê derve yê Îtaliyayê bixêrhatina Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re bo Îtaliyayê kir û naveroka civîna digel şandeya herêma Kurdistanê behis kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya wezîrê deve yê Îtaliyayê kir ji bo wê pşwaziya gerêma li wan kirî û got:

– Ez dixwazim di vê derfetê de sipasiyên gelê Kurdistanê bighînim gel û hikûmeta Îtaliyayê. Serokwezîrê Îtaliya yeke serokwezîr bû piştî êrîşên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê kir û piştî wî jî wezîrê derve yê taliyayê hat Kurdistanê.

– Em sipasiya piştgirî û piştevaniya Îtaliyaytê ya di warê însanî û leşkerî de bo herêma Kurdistanê dikin. Ji encamê wê piştgiriya leşkerî ku ji aliyê Amerîka û welatên Rojava digehe herêma Kurdistanê, me serkeftinên baş dijî DAÎŞê bi dest va anîne, ew şerê îro em dijî DAÎŞ dikin, ne bi tenê şerê kurd e, lê ew şerê hemû mirovatiyê ye li dijî wan terorîstan. Pêşmergên me di şerê dijî DAÎŞê de bi cidî ne. Em, weke gelê Kurdistanê daxwazê ji welatên Rojava dikin di vê wezîfeya îro kurd li dijî terorîstan eda dikin têbigihin.

Li dor hevkariyên mirovî yên Îtaliyayê bo herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got:

– Di civînê de, digel cenabê wezîrê derve yê Îtaliyayê, me behsa rewşa însanî ya wan koçber û penaberên ji tirsa êrîşên terorîstên DAÎŞ ber bi herêma Kurdistanê hatine ku himare wan zêdetir ji yek milyon pênc sed hezar dibe, kir. Di demeke kurt de rêjeya nifosa herêma Kurdistan 28% zêde kiriye. Me li gor îmkanên xwe alîkariya koçber û penaberên ku ji kurd, mesîhî, şebek û ereb pêktên kir. Careke din, ji bio wan alîkariyên mirovî,  sipasiya gel û hikûmeta Îtaliyayê dikim. Hêvîdar im bi hevkariya hemû aliyan, li hemû deveran, dawî bi terorîstan bînin.

Li dor alîkariyên însanî û leşkerî bo herêma Kurdistanê û kirîza êkonomiya navbera Hewlêr û Bexdayê, wezîrê derve yê Îtaliyayê û serokwezîrê Kurdistanê gotin ku, wan di civîna xwe de behsa vê yekê kiriye û hevkarî û alîkariyên Îtaliya bo herêma Kurdistanê berdfewam dibin, bi taybetî akîlariyên însanî, ji ber ku hijmareke zêde ya koçber û penaberan li herêma Kurdistanê hene û pêwîstiya wan bi zêdetir hevkariyê heye.

Li dor kirîza êkonomî serokwezîrê Kurdistanê gor ku, kiîzeke êkonomî ya cidî li herêma Kurdistan û Îraqê heye û ev pirs di civînê de digel wezîrê derve yê Îtaliyayê jî hat behis kirin, helwesta Îtaliya di vî warî de zelal e û ew dixwazin Bexda û Hewlêr pirsgirêkên xwe di nav xwe de bi rêya diyalogê çareser bikin.

Di bersiva pirsekê de li dor qonaxa piştî çareserkirina pirsgirêkên navbera Kurdistan û Îraqê, Nêçîrvan Barzanî got:

– Em, li Îraqê, bi destûra daîma  Îraqê ku 80% xelkê Îraqê deng jê re daye pabend in. ya giringe eve ku divê Îraq bi çavê realîst li pirsgirêkan binêre û em amadene hemû pirsan li gor destûrê û di çarçoveya Îraqê de çareser bikin. Karê me yê pêşîne şerê dijî terorîstêb DAÎŞ e. em, weke kurd, di çeperên pêşîn yên şerê dijî terorîstan de ne û bi alîkariya welatên hevpeyman me kariye gef û êrîşên terorîstan rawestînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: