Fuad Mesûm serokomarê Îraqê bi seranekê hat bajarê Silêmaniyê û vêl carê serdana wê di mediyayê de deng veda û gelek tişt hatin gotin û bi taybetî di emdiyayê de bi berfirehî hat behiskirin ku, Fuad Mesûm endamê serokatiya Yekjêtiya Niştimaniya Kurdistanê û ew uek ji damezrênerên YNKê ye jî xwe ji bo girtina kursiya Celal Talebanî sekreterê giştiyê YNKê li Silêmaniyê amade dike. Ango bi gotinek din sekreterên giştiyê YNKê. 

Nesûm hat Silêmaniyê û beşarî civîna civata serkirdayetiya YNKê bû û eb yekem care ew di civînek wisa de amde dibe. Ew lêdixebite nakokiyên nava YNKê çareser bike. Wî serdana Kerkûkê jî kir da digek Necmedên Kerîm jî waliyê Kerkûkê jî biaxive, Necmedîn Kerîm ji girûpa Hêro Îbrahî Ehmed û Fuad Mesûm e.

Serokomar serdana Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê kir û daxwa jê kir û ji bona çareserkirin ankokiyên YNKê hevar be.

Li vir pirs eve; Fuad Mesûm bi alîkariya Hêro Îbrahîm Ehemd endama polîtbûroya YNKê û hevjîna Talebanî û grûpa wê gihişt kursiay Talebanî li Bexdayê, kursiya serkomaiyê., gelê dê Hêro û grûpa wê kursiya Talebanî ya Silêmaniyê, sekreteriya YNKê jî bidin Fuad Mesûm?

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: