Naveroka peyva serokwezîrê Kurdistanê

Êvariya roja 05.02.2017ê, bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, di merasimeke bijarte de cadeya 120 metrî li bajarê hewlêrê Hat vekirin.Di merasimê de, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de behsa girigniya pirojeyê kir û kar û xebatên kompaniya Hêmin Grûp ku ew pirojeye çêkiriye bilind nirxandin:- Ev pirojeye (pirojeyê cadeya 120 metrî li Hewlêrê) di çend waran de, ji bo avadanî û hêsankariya trafîkê li Hewlêra paytexa Herêma Kurdistanê, pirojeyekî gelek giring e. Ev pirojeye di demkê de tê dirust kirin ku welatê me, mixabin, di kirîzeke dijwar a êkonomî de derbas dibe û vekirina vê pirojeyê, îro, nîşaneke gelek-gelek giringe li Herêma Kurdistanê, tevî kirîza darayî, xelkê dilsoz, yên ku baweriyeke timam bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û paşeroja vî welatî heye, amadene sermayeyê xwe di vî welatî de birazînin û pirojewyên mezin encam bidin. Ji bo hikûmet û hevwelatiyên Kurdistanê ew kes cîyê şanaziyê ne.- Me li Herêma Kurdistanê gelek caran gotiye û ez dixwaz im li vir careke din bêjim ku bê sektora taybet ku, daynemoya sereke ya avadankirina welat e, tu welat pêşnakevin, bê beşdariya bi bandor ya sektora taybet di avadankirina Kurdistanê de, momkin nîne Herêma Kurdistanê avadan bibe, sektora taybet divê rola xwe di avadankirina Kurdistanê de bilîze.- Di wan rojên dijwar de ku DAÎŞ bi tenê 30 kîlometoyan ji Hewlêrê dûr bû, ev pirojeye nerawesta û li ser karê xwe berdewam bû, ji bo hidekan egele ecêb bû ku di demekê de kompanî ber bi derveyî welat derdiketin, wan (kompaniya Hêmin Grûp) yek roj jî ev pirojeyê xwe li Herêma Kurdistanê nerawestand û li ser karên xwe berdewam bûn, îro jî em dibînin qonaxa yeke ji vê pirojeyê bi serkeftî bi dawî hatiye.- Me sê salên gelek gijwar derbas kirin, di destpêka sala 2014ê de û heta niha, eger ew têgehiştina xelkê Kurdistanê nebûya, nemomkin bû hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemebr wan hemû pirsgirêkên bi ser Herêma Kurdistanê de hatine xwe ragirtbaye, weke; qutkirina budeya Herêma Kurdistanê, şerê DAÎŞê, hatine nêzîkî yekmilyon û heştsedhezar koçber û penaberan bo Herêma Kurdistanê û nizimbûna buhayê neftî, ev hemû sedemên çêbûna kirîzên Herêma Kurdistanê bûn. Lê ji ber wê têgehiştina li cem hevwelatiyên Herêma Kurdistanê hebû, wisa kir herêma Kurdistanê xwe li ser lingan bigire. Em hêvîdar in di sala 2017ê de Herêma Kurdistanê di hemû waran ber bi baştirbûnê biçe.- Em, di nava van sê salan de, fêrî gelek tiştan bûn û me gelek ders wergirtin, me ders ji wê yekê wergirt ku çênabe heta hetayî em pişta xwe bi tenê warek/sektorek bi tenê girê bidin. Me piroseseke gelek baş ya çaksaziyan dest pê kiriye, dibe ku em niha berhemê wê nebînin. Lê di ayndeyeke gelek nêzîk de berhemê wê çaksaziyê tê dîtin. Em hêvîdar in dest li nav dest, em hemû bi hev re ber bi avadana Kurdistanê û jiyaneke xweştir û bextewertir ji bo hevwelatiyên Kurdistanê di sala 2017ê de pêngavan pavêjin.Serokwezîr, bi minasibeta vekirina projeyê cadeya 120 metrî silavan ji pêşmergeyên mêrxasên Kurdistanê yên di çeperên şer de bergiriyê ji Kurdistanê dikin dişîne û dibêje ku bi xêra wan pêşmergeyane ev rojên bi vî awayî hene, pêşmerge bergiryê dike daku DAÎŞ negehin vir û xelk bi aramî li van bajaran de bijîn. Serokwezîr hemû wan şehîdên ji bona parastina Kurdistanê û emin û aramiya Herêma Kurdistanê şehîd bûne bi bîr tîne û bejna xwe li hemebr wan ditewîne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: