Naveroka peyva Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja 24.01.2015ê li bajarê Hewlêrê beşûdarî di merasima 45saliya koçîdawiya ayetulah Mihisin Elhekîm zanayê olî û mezine merceiya Şîyan li Îraqê kir. Di merasimê de, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û ev li jêr teksta wê mpeyvê:
Amadebûyên birêz
Mêvanên paytexta herêma Kurdistanê
Destpêkê bixêrhatina hemû aliyan dikim ji bo beşdarbûna we di vê merasima ji bo kastiyekê gelek xweştivî li cem kurdan tê saz kirin. Bi xêr bên bo mersima yada koçîdawiya zana û merceiyê mezinê Şîye ayetulah seyd Mihsin Elhekîm. Destxweşiyê li Civata Balya Îslamiya Îraqê dikim ku, di vê rewşa nazik û giring de, merasimeke bi vî awayî li herêma Kurdistanê saz kir.
Niha li Kurdistan û gelek deverên din yên Îraqê, kurên dilsozên Kurdistan û Îraqê, li dijî terorê di nav şerekî dijwar de ne. Ev demeke ji bona rizgarkirina bajar û deverên Îraqê ji destê terorîstan gelek xwîn tê rêtin. Em, li vir, silavan ji bo canê paqijê şehîdên pêşmerge, sopaya Îraqê û hemû xwebeşxşan dihinêrin ku, ji bona dûrxistina terotrê canê xwe bexşî. Ji xwedayê mezin daxwaz dikin ku, sebir û tehemulê bide malbatên şehîdan û birîndar jî zû çak bibin.
Ji bona bergirîkirin ji welêt û parastina demokrasiyê, di vî şerî de careke din xwîna gelê Kurdistanê digel xelkê deverên din yên Îraqê têkel bû, careke din jî îspat bû ku, pêwîste hertim hevkar û piştevanên hev bin.
Birêzan
Gelê kurd hertim gelek bi rêz û hurmet yada helwestên niştimanî û dostîniyên malbata beheştî (ayetulah seyd Mihsin Elhekîm) û merceîyeta Şîye li Îraqê li hember gelê kurd dike û tu demnekê wan helwestan ji bîr nake. Serokatiya herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê, di wê baweriyê dene ku berdewamîdan binîşandana wan helwestan li hember hev du, dê rê li pêşiya çareserkirina hemû pirsgirêkan, bi awayekî dûr ji alozî û şidetê, xweş bike. Sazkirina vê minasibetê li herêma Kurdistanê û bibîranîna wan helwestên ciwan, ne bi tenê yadkirina wan helwestên dîrokî ne, lê belê ji bo dirustbûna helwestên nû bi heman awayî, di navbera kurd û şîyan û hemû pêkhateyên din li Îraqê de rêxweşkerine.
Gelê Kurdistanê hertim gelek bi rêz û wefadarî ve li helwestê beheştî ayetulah seyd Mihsin Elhekîm dinêre dema di roja 5ê tîrmeha sala 1965ê de li ser dema şoreşa Îlonê fetwaya heramkirina şerê li dijî kurdan derkir. Xwedêjêrazî seyd Mihsin Elhekîm, bê tirs ji desthilatdaran û ji minteleqê bawerîya îslamî û însanî fetwa da û got: Kurd û pêşmerge birayên mene û ew ji bona nehêlana zordariyê û ji bona mafên xwe yên adil dixebitin, ji ber hindê şerkirina dijî kurdan herm e.
Birêzan
Ew fetwaya ayetulah Mihsin Elhekîm helwestek bû, ji zanayî û kûrbûn û berfirehiya wî di manaya rasteqîneya olî û însanî de îlham girtibû, ji ber ku, ew zanayekî mezin bû û roleke mezin di qeydkirina zanista Îslamê li deverê heye, herwesa xwedî roleke mezin e di belavkirina xwedewarî û rewşebîriyê de li deverê.
Ayetulah Mihsin Elhekîm, bi manya peyvê, zana û minewerêkî mezin bû. Piştî ku, bû merceiê mezinê şîyan li Necefa pîroz, sîstema îdarî ji bo Hewza Necef dana, 70 kitêbxaneyên giştî li sertaserî Îraqê avakirin, hjimareke zêde ya xwendigehên olî li Îraqê vekirin, zanstên nû anîn nav pirogaramên xwendina îslamî û vejandineke mezin di xwendina îslam û şerîye de dirust kir. Em, weke zana û kesatiyekî alîgirê bindestan temaşa dikin û dê hertim di yad û bîreweriyên xelkê Kurdiatanê de bimîne.
Amadebûyên birêz
Ew bingehê ayetulah seyd Mihsin Elhekîm dana, di nav wê malbatê de berdewam bû û bû bingehê têkeliyên gelek xurt navbera kurd û şîyan de, em dê heta hetayê lêbixebitin ku ew têkelî hertim bi xurtî bimînin. Piştî wî jî, şehîdê Mîhrab, xwedêjêrazî semahetî Mihemed Baqir Elhekîm, hertim baweriya xwe bi pêwîstiya nehêlana zordariya li ser gelê Kurdistanê dupat dikir û wek zanayekî şoreşger, roleke mezin di civandina opozisyona Îraqê de ji bo jinavbirina rijêma Sedam hebû. Kongreya (Piştevaniya gelê Îraq) di sala 1986ê de li Taranê, mînakek ji kar û tekoşîna wî bû ku xwedêjêrazî Îdrîs Barzanî, di wê kongreyê de roleke ber bi çav digel xwedêjêrazî Mihemed Baqir Elhekîm lîst.
Piştî jinavbirina rijêma Sedem û niha jî, me gelek pêwîstî bi semahetî Mihemed Baqir Elkehîm bû, ji bo pêkvejiyan û bi hevre karkirinê, lê mixabin, terorê ew zanayê mezinê şoreşger jinavbir, di dema nimêja îniyê li mezarê Îmam Elî sala 2003ê li Necefê hat teror kirin
Piştî wî jî xwedêjêrazî seyd Ebdulezîz Elhekîm, peywendiyên gelek gerim û dostane digel serokatiya kurd hebû. Niha jî birayê me yê xweştivî seyd Emar Elhekîm li ser heman rêbazê ji bona domandina wan têkeliyan berdewam e û hertim ji bona nehêlana aloziyên siyasiyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê dixebite.
Peywendî û îhtîrameke mezin di navbera xwedêjêrazî mela Mistefa Barzanî û merceiyên şîyan li Îraqê hebû. Berdewamîdan bi wan têkelî û hevxebatiyê di berhingarbûna rijêma Sedam de, encamên giring hebûn, niha jî gelek giringe ew têkelî bi heman awayî bên parastin. Em di wê baweriyê de ne ku ew peywendî dê berdewam bin jiber ku ew têkelî li ser bingehek hevbeş ji bona berhingarbûna zolm û zoradiyê dirust bûne.
Hikûmeta herêma Kurdistanê bawerî bi hîkmet û zanayîya ayetulah seyd Elî Sîstanî û zanayên şîyan heye ku roleke giring di avakirina peywendî û pêkvejiyana bi aşitî di navbera hemû pêkhateyên gelê Îraqê de dilîz in. Herwesa ew dikarin roleke giring jî di xavkirina aloziyên siyasî û paldan ber bo çareseriyê ve bilîz in.
Du sal berê bi xebatên seyd Emar Elhekîm, peyama Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê gihşte zanayên şîye, yek ji wan zanayên bersiva peyamê dayî, seyd Hisên Îsmaîl Sedir bû ku, di bersiva xwe de gotibû: Têkeliyên kurd û şîyan li ser bingeh û esasê fetwaya her du xwedêjêraziyan seyd Mihsin Elhekîm û Mihemed Baqir Elsedir ku, fetwaya heramkirina şerê kurdan dabû, berdewam dibin.
Her çiqas hindek caran hindek dengên neminasin digel wan têkeliyên dîrokî, derdikevin, lê em di wê baweriyê dene ku dîroka têkeliyên me û hişiyariya xelk û jêhatiya zanayên şîye û seroaktiya her du aliyan, rê ji geşkirin û mana wan dengên neminasib ku dixwazin wan têkeliyan têk bidin, nadin.
Birêzan
Piştî demkê ji aloziya têkeliyên hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê, dawiya sala borî digel hikûmeta federalî em gihiştin lihevhatinekê. Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê, bi cîbicîkirina wê rêkeftinê pabendin û em dê lêbixebitin têkeliyên hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê baştir û bihêztir bibin.
Gelê Îraqê ji aliyê rêxistina metirsîdara DAÎŞ, rûbirûyê êrîşeke mezin û berfireha terorîstî bûye û niha ji bo hemû cîhanê eşkere bû ku, ew rêxistina terorîst ji bo ser hemû cîhanê metirsî ye. Em jî li vê deverê dizanin ku, ew rêxistin, berî herk aliyekî, ji bo ser Îraq û welatên deverê metirsî ye. ji be vê jî em di wê baweriyê dene ku, divê hevkarî û lihevtêgihiştina nvabera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê de ji her demek din baştir lê bikin, daku bikaribin bi hev re berhingarî wê metirsiyê bibin û binbir bikin.
Em hest bi dijwariya rewşa êkonomiya hemû gelên Îraqê dikin, ji bona ku em bikarin ji wê dijwariyê derbas bibin û bakrin pêdawîstiyên hevwelatiyan dabîn bikin û xweşjiyaniyê ji bo hemû Îraqê vegerînin, pêwîste lihevhatina hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê bihêz bikin û Îraq li ser bingehê hevbeşî û tewafiqa rasteqîne bê îdare kirin. ji bon vê armancê jî em piştgiriyê li hikûmeta nû ya Îraqê a bi seroaktiya birêz Heyder Ebadî ji bona vegerandina tewafiqê bo welêt, dikin.
Mêvan û amdebûyên birêz
Careke din bixêrhatin we dikim bo amadebûna we di vê merasimê de, silavan bo canê paqij û mezarê beheştî ayetulah seyd Mihsin Elhekîm li Necefa pîroz dihinêrîn û em ji canê wî yê paqij û hemû yên ew xweş divê re dibêjin: Hertim zanayî û helwestê mezinê wî birêzî li Kurdistanê nayê jibêr kirin.
Gelek bixêr bên, gelek sipas