Naveroka peyama hikûmetê bo cejna Remezanê
Bi minasibeta hatin cejina remezana pîroz, civata wezîrên Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên şehîdan û pêşmergeyê Kurdistanê dike û dibêje ku, bi xêra xûna şehîdan û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê gelê kurd bi azadî pêşwaziyê li cejnê dike:- Di demekê de ku em bi xêra xûna şehîdên me yên nemir û zend û baskên pêşmergeyên me yên mêrxas, bi azadî û serbilindî ve pêşwaziyê li cejina Remezana pîroz dikin, germtirîn pîrozbahiyan li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyê qareman dikin, herwesa em pîrozbahiyê li tev misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikin.Civata wezîran di peyama xwe de hêvî dike ku, hatina vê cejinê, bibe hêvênê aşitî, aramî û zêdetir biratiyê li Kurdistanê û îradeya xêr û xizmetkirina tev kurdistaniyan û welatê serbikeve û:- Cejnên bihên jî, cejnên serkeftina biyekcarî bi ser bereyê teror û tariyê de be û vegeriyana koçber û penaberan be bo ser mal û milkên xwe û aşitî û aramî perên xwe bi ser Kurdistan, dever û cîhanê de bikêşe.