Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja çarşemiyê 04.11.2015ê li bajarê Hewlêrê, beşdarî di panala Dîdarî Merî de kir.Di panelê de ku Fereydon Sînîroglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê jî beşdar bû, Nêçîrvan Barzanî di destpêka axaftina xwe de sersaxî li malbata xwedêjêrazî Dr. Ehmed Çelebî kir û wefatkirina Ehmed Çelebî bi xisareteke mezin bo hemû Îraqê wesif kir.Nêçîrvan Barzanî behsa startejiya herêma Kurdistanê kir û got ku, ew stratejîk li ser wê bingehê hatiye avakirin ku herêma Kurdistanê di deverê de karekterê îstîqrarê be, têkeliyên baş digel welatên cîran hebe, hewil bide têkeliyên siyasî û êkonomî jî digel welatên deverê bi giştî pêşde bibe, Tirkiye jî yek ji wan welatane bû ku herêma Kurdistanê bi giringî li têkeliyên xwe yên digel wî welatî temaşe dikir, jiber ku Tirkiye piştî sala 1991ê, ji bo parastina herêma Kurdistanê ji êrîşên rijêma Basê, li ser avakirina Herêma Dijefirînê li herêma Kurdistanê roleke bi bandor hebû, bi taybetî li ser dema xwdêjêrazî Turgot Uzal serokê berê yê Tirkiyeyê û, di dema êrîşên enfalan de jî, Tirkiye rê ji koçberan re vekir û ew li ser xaka xwe hewandin. Berî qonaxa hatina Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) hêzeke zêde ya sopayê Tirkiyeyê li ser tixûb hebû û hertim gef li herêma Kirdistanê dikirin, lê piştî hatina AKP bo ser desthilatê, têkeliyên herêma Kurdistanê bi awayekî pêşde çûn ku niha mirov dikare bêje têkeliyên stratejîk in û ev yek li ser hisaba tu aliyan nine, lê di berjewendiya Îraqê bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî de ye.Li dor qonaxa nuha ya Îraqê, serokwezîr got ku, qonaxa niha ya Îraqê ne ya timame û ew 12 salan rawestan heta destûra Îraqê bi cî kirin, lê ew destûr nehat bi cî kirin û ew nikairn ji vê zêdetir rawestin û li bendê bin ka dê destûr bi cî bib eyan na, divê bi cîdî hizira wê yekê bê kirin ka Îraq bi çi bawayî careke din bê nexiş kirin. Barzanî tekîd kir ku her bijardeyeke kurd hilbijêre, Bexda her şirîka sereke ya herêma Kurdistanê dibe û her biryareke herêma Kudistanê bide, biryara serxwebûnê jî ku mafê gelê kurd e, dê têkeliyên stratejîk digel Bexdayê hebin, ev çarçoveya siyaseta rasatiya herêma Kurdistanê ye.Serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku, karê pêşîneyê herêma Kurdistanê niha rûbirûbûna terorîstên DAÎŞê ye ku zêdetir ji 1000km tixûb digel heye û divî şerî de herêma Kurdistanê heta niha nêzîkî 1300 şehîd û 7000 birîndar dane. Barzanî sipasiya hemû wan welatan kir ku di vî şerî de alîkariya herêma Kurdistanê kiriye û dikin; Tirkiye, Îran, welatên Ewropayê û Amerîka, û bêy wê alîkariyê zehemt bû metirsiyên êrîşên terorîstên DAÎŞ bên rawestandin. Siyaseta herêma Kurdistanê, piştî jinavçûna rijêma Basê, ew bû ku xelkê Kurdistanê gelek êş û zar li ser şerî dîtine, demê wê yekê hatibû welat avadan bikin, saziyan avabikin û infrastruktureke saxlem ya êkonomî danin, tu deman me hizira wê yekê nedikir em dê rastî rûbirûbûna rêxistineke terorîstiya weke DAÎŞ bibin û li gor herêma Kurdistanê parastina tixûban karê sopayê Îraqê ye. Giringîdan zêdetir bi organîzekirina navxweyîya herêma Kurdistanê dihat dan û di demke kurt de, tevî hebûna kêmasiyan jî, tiştên mezin hatin kirin.Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku nuha herêma Kurdistanê di qonaxa întîqalî de ye û vê yekê pêwîstî bi bihên firehiyê heye, demokrasî, bisazîkiirna dewletê û serweriya qanûnê ne tişteke ji derve bi diyarî bo herêma Kurdistanê bînin, lê vê pirosesê pêwîstî bi gelek salan heye daku bi awayekî organîzekirî cîbicî bibe.Li dor pirsgirêkên navxweyî jî, serokwezîr got ku, kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê, kabîneyeke bingeh fireh bû û hemû aliyan beşdarî tê de kir daku weke grûpekê bi hev re hemû pirsan çareser bikin, hindek caran bijardeyên wisa dirust dibin di nav xerap û xeraptir de yek ji wan hilbijêrî: lê belê me bijardeya xerap, ne xweraptir hilbijart, ji ber ku bijardeya xeraptir jî hebû. Divê hemû arîşe bi danûstandin û diyalogê bên çareser kirin û aloziyên vê dawiyê dirust bûn nabin rêgir li pêşiya digel hev bicivin û gotûbêj bikin. Li dor danûsandinên digel Bexdayê jî, Nêçîrvan Barzanî ew yek red kir ku, çûna Bexdayê tê wateya hindê ku siyaseta neftê li herêma Kuridtanê serkeftî nebû, lê vajiya wê yekê raste.Nizimbûna buhayê neftê bandoreke mezin li ser herêma Kurdistanê û Îraqê bi bgiştî heye û ev yek jî wateya wê yekê nade ku, ew infrastruktura hatiye avakirtina ya sexlem nebû, lê belê bervajiya wê, infrastruktura bi awayekî gelek organîzekirî hat danan, Bexdayê wisa dizanî herêma Kurdistanê tu rêyên din nînin, lê niha ew jî têgihiştin ku herêma Kurdistanê rêyên din hene û dawiyê jî divê rêya çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bê dîtin, lê eger çarserî nebû divê herêma Kurdistanê rêyek din bibîne.Bexda dikare haydarî şefafiyet û buha û çewaniya firotina nefta herêma Kurdistanê bibe, lê bi tu awayî em kontirola nefta herêma Kurdistanê naxin di destê Bexdayê de, çunkî dawiya sala 2014ê dema rêkeftin digel Bexdayê hat kirin, meha yekem û duyem budceya herêma Kurdistanê kêm hinart, ev ne problem bû, lê meha sêyem dema rêjeya hinartina neftê bilind bû, bi biryarekê li balefirxaneya Bexdayê 50 milyon dolar ji budceya herêma Kurdistanê kêm kirin , em nikarin digel vê bêbaweriyê berdewam bin. Em sipasiya Tirkiyeyê dikin ku, derî ji bo firotina neft û aboriya herêma Kurdistanê vekir û heta niha berdewame û em hêvî dikin digel Bexdayê jî li hev bikin ku di berjewendiya Îraq û herêma Kurdistanê de be.Li dor rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê û şerê arteşê û PKKê, Nêçîrvan Barzanî got ku, ev pirseke navxweyî ya Tirkiyeyê ye û pêwîste çareseriyek wê pirsê di çarçoveya welatê Tirkiyeyê de be, û miqayîsekirina rewşa kurdan li Tirkiyeyê berî û piştî hatina AKP bo ser desthilatê hijmareke destkeftiyan bo gelê kurd hebûn weke pêvajoya aşitiyê û arambûna deverê ji germatiya şerî. Hemû alî rewşa niha li Tirkiyeyê heye di berçavan re derbas bikin û pêvajoya aşitiyê dest pê bikin û pirsê bi gotûbj û diyalogê çareser bikin.Li dor rewşa Suriyeyê jî, serokwezîr careke din got ku pirsa wî welatî pêwîstî bi çareseriyeke siyasî heye, bi awayekî hemû aliyên wî welatî li hev bikin û êş û azarên hemû pêkhateyên welêt bi dawî bên. Ji bilî çareseriya siyasî tu çareseriyên din serkeftî nabin