PolîtîkRojev

Naveroka hevdîtina Ocalan a li Îmraliyê….

Hevdîtina Abdullah ocalan ya 28ê Nîsana 2026ê hatî kirin hate ragihandin. Ev hevdîtin di medya nêzikî PKKê de bi zimanê Tirkî hate ragihandin. Me jî ev yek wek xwe wergerand zimanê Kurdî û em diweşînin. Baweriya me ewe ku, heta bi tevahî Tevgera Azadixwaz a kurdistanê rastiya Ocalan û PKKê bi temamî tê negihê dê her tujî çewtiya bibe û projeyên netewî û kurdistanî debêne astengkirin. Yanî Kurd di siyasetê de heta rastiya PKKê eşkere nekin nikarin pêşîya xwe bibînin.

Hevdîtina Ocalan bi vî awayî hatiye weşandin:

Beşa duyemîn a nivîsên hevdîtina Abdullah Öcalan a li Îmraliyê, ku ji aliyê Ajansa Surê ve bi sernavê “28ê Nîsana 2026an | Rapora Taybet a Mahmut ORAL” hatiye weşandin, rewşa tenduristiya wî, pêşketinên li Rojava, pêvajoya berdewam a bi dewletê re, rexneyên li Qendîl û Partiya DEMê, daxuyaniyên tund ên li ser xeta Barzanî û nirxandinên girîng ên li ser hevsengiya siyasî ya li Rojhilata Navîn di nava xwe de vedihewîne.

Di destpêka hevdîtinê de, Öcalan diyar kir ku, çavê wî hatiye emeliyatkirin, û di derbarê tenduristiya xwe de got: “Min çavê xwe emeliyat kir. Baş çû. Ez difikirim ku dîtina min dê ji sedî 20 baştir bibe. Ez ê zelaltir û çêtir bibînim. Niha, baş xuya dike.”

Di derbarê pêşketinên li Rojava de, Öcalan diyar kir ku entegrebûna hêzên YPJ û pirsgirêkên bi rêveberiya Şamê re di nav mijarên sereke yên serdema nû de ne. Öcalan, diyar kir ku, yekîneyên leşkerî yên jinan ji bo parastina destkeftiyên xwe bi biryar in û ev nirxandin kir: “Gelo yên li Rojava dikarin xwe bi rewşa nû re biguncînin? Gelo ew dikarin xwe bi pêvajoya entegrasyonê re biguncînin û li gorî wê xwe ava bikin? Ev mijarên girîng in.

Tê gotin ku rêveberiya Şamê hêza leşkerî ya jinan qebûl nake. Jin jî bi biryar in ku destkeftiyên xwe biparêzin. Bê guman, ew ê destkeftiyên xwe biparêzin; ew ê dev ji wan bernedin. Piştî cejnê, divê em li ser vê mijarê nîqaşên berbiçavtir bikin û ji bo vê yekê modelekî pêşkêş bikin. Ew nikarin vê yekê bi tena serê xwe çareser bikin. Ne Tirkiye û ne jî Rojava bi tena serê xwe nikarin van pirsgirêkan çareser bikin. Wan bi Amerîkayê re têkilî pêş xistin, difikirîn ku ew ê mayînde bin, lê di şevekê de hatin terikandin.”

“Dewlet Li Şûna Çareseriyeke Dîrokî Hespan Difiroşe” Öcalan, bi tundî rexne li nêzîkatiya dewletê ya li hember pêvajoyê girt û got ku dema ku li ser çareseriyeke dîrokî tê nîqaşkirin, rojevên piçûk û bêwate têne pêşkêşkirin: “Ez vê yekê ji Qendîlê re jî rave dikim, lê ew fêm nakin. Em bi heman karesatê re rû bi rû ne. Hûn dewletê qet nas nakin. Ne dewletê û ne jî siyasetê fêm nakin. Em hewl didin çareseriyeke dîrokî pêş bêxin, lê dewlet bi rojevên piçûk û bêwate yên ku dişibin bazirganiya hespan tê ba me. Min sebirek mezin nîşan daye. Her çend cîhan biqede jî, ev ê biqede. Rewşa min û şert û mercên xebatê êdî neçar in. Hûn nekarin ji min hêvî bikin ku ez kar bikim û min di vê rewşê de bihêlin.” Öcalan diyar kir ku, avahiya rêxistinî di bin şert û mercên heyî de nikare bixebite.

Dema diyar kir ku ew nikare rewşê biguherîne, wî ev got: “Di bin van mercan de, hûnê ji min hêvî bikin ku ez rêxistinê biguherim. Rewşên asê mane. Qendîl ne xwediyê wê hêzê ye ku vê biguherîne. Tenê ez dikarim wê biguherim.”

Rexneyên li Partiya DEM û Qendîlê

Öcalan, ku rexne li Qendîl û Partiya DEM jî kir, got ku ew ê çareseriyê bi xwe pêş bixe: “Ez dixwazim bixebitim. Bahçelî jî min vexwend û got ‘were û bixebite’. Min ti daxwaz nekir. Çima niha ez tême astengkirin? Li vir tiştek gumanbar diqewime. Ez ê ji hêrsê dîn bibim. Ez ji Qendîl an DEMê tiştekî hêvî nakim. Ez çareseriyê ji xwe hêvî dikim.” Öcalan diyar kir ku ew li ser “planeke çareseriya demkî” ya nû dixebite û îdia kir ku divê pêvajo êdî bingehek yasayî û saziyî hebe: “Çarçoveyek saziyî û yasayî dê hebe. Ez li gorî vê yekê planeke çareseriya demkî pêş têxim. Salek û nîvek dirêj derbas bû. Divê êdî kes bi sebra min nelîze. Nîqaşa li ser valakirina kargehan qediya. Vê mijarê bigirin.”

“Min Rêxistin Bêçek Kir û Hilweşand”

Öcalan, bi zimanekî tund li ser rewşa bêçare ya pêvajoyê, bertek nîşanî nêzîkatiya dewletê da: “Hin kesan dixwestin min lînç bikin, her roj li ser televîzyonê nifin li min dikirin. Ez êdî bêdeng namînim. Bahçelî, wekî dewletmedarek, ev mijar anî rojevê. Min digot cidiyeta dewletê heye, lê ew salek û nîv e kê asteng dikin? Min rêxistin bêçek kir û hilweşand. Bes e.”

Yek ji beşên balkêş ên nirxandinên di derbarê Hakan Fîdan, Îsraîl û hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn de bûn. Öcalan ev îfade bi kar anîn: “Divê ji bo vê yekê qanûnek hebe. Hakan Fîdan çû û bi Îsraîlê re peymanek çêkir. Tirkiye û Îngilîzan li Sûriyeyê bi hev re tevgeriyan. Ew statuya heyî û fermana Sykes-Picot diparêzin. Ew li dijî guhertina sînoran li Îranê jî helwest digirin. Îngilîz û Tirkiye bi hev re tevdigerin.” Öcalan îdia kir ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya parçebûnê diqewime û bal kişand ser xetera “Balkanîzasyona Duyemîn”.

“Em ji Hêzeke Siyasî ya ku hûn difikirin mezintir in”

Öcalan di derbarê kadroyên rêxistinê de jî nirxandinên balkêş kir: “Em ji taqeta wan zêdetir barekî datînin li ser milên wan. Ew mîna wê yekê ye ku em we dişînin turnuvaya gureşê ya Kırkpınar tevî ku newxweşîya helandina hestiyan bi wan re heye . Li vir, em dixwazin dewletê bi dewletêre entegre bikin.  Divê ev dewlet pir baş bizanibe ku em hêzek siyasî ya ji ya ku hûn difikirin mezintir in. Em hewl didin ku Komarê re entegre bibin.”

Öcalan li ser Mustafa Kemal û serdema dawî ya Osmaniyan jî nirxandin kir û got: “Îngilîz û Fransî modelek nû pêş dixin. Dixwestin min bikişînin nav xwe, lê ez tevlî wan nebûm. Hişmendiya Talat Paşa tirsnak bû. Ger ne ji bo Mustafa Kemal bûya, wan ê bidîta ka çi tê.”

“Min Damezrand, Min Bi Dawî Kir”

Öcalan di derbarê pêvajoya bêçekkirinê de got : “Carinan ez meraq dikim; gelo min di bin van mercan de bi avêtina gavên yekalî xeletî kir? Dema Bahçelî got, ez fikirîm ku dê AKP çareser bike. Lê pir eşkere ye; wan hem ez û hem jî Bahçelî westandin. Bi mehan e dilopek xwîn nehatiye rijandin. Min got em di dîrokê de şopekî bihêlin. Min biryarên dîrokî dan. Min ew damezrand, min ew bi dawî kir. Min got siyaseta demokratîk û hiqûq. Me spirala tundûtûjiyê rawestand.”

Öcalan bi îdiaya ku dewletê çarçoveya qanûnî ya pêwîst neafirandiye, nêzîkatiya heyî wekî “xebata dij-gerîla” bi nav kir: “Bingeha min a qanûnî û rewa zelal e. Dewlet dê min neçar bike ku tiştan bikim, lê bingehek qanûnî tune. Ev xebata dij-gerîla ye.” Öcalan diyar kir ku ew ê hewldanek dawîn der barê pêvajoyê de bike û peyama jêrîn da: “Ezê hewldanek dawîn bikim. Ger tiştên pêwîst neyên kirin, ez ê vekişim.”

Yekîtiya Kurdan û Peyama ji bo Rojhilata Navîn

Öcalan bal kişand ser xetera destwerdana derve û got: “Meseleya yekîtiya Kurdan girîng e. Ger hûn nekin, Îsraîl û DYA wê bikin. Ew ê wê mîna Balkanan bişkînin. Ez yek ji wan kesan im ku ji pratîka Mustafa Kemal fêr bûme. Ew ê bixwazin Kurdan bi têlekî bifetisînin.”

Öcalan bal kişand ser şer û wêraniya li Rojhilata Navîn û mînakên Xezzeyê, Tehran, Beyrût û Şamê da û got ku herêm perçebûnek mezin dijî. Derbarê nîqaşên li ser materyalîzm û gendeliya navxweyî ya rêxistinî de, wî got: “Ez dibînim ku fêmkirina mijara materyalîzmê zehmet e. Di têkoşînê de hêviya qezenca maddî tune. Têkiliyek ku li ser materyalîzmê hatiye avakirin, mehkûmî gendeliyê û rizîbûnê ye.” Öcalan diyar kir ku Kurd hewce ne ku têkiliyek nû ya aştiyane bi dewlet, civak û dîrokê re ava bikin û got: “Pêşxistina têkiliya rast bi dewletê re pir girîng e. Ez vê yekê wekî aştiya Kurdan bi dîrok, dewlet û civakê re bi nav dikim.” “Ez dixwazim vî şerê ku sed sal e enerjiya me dixwe biqedînim.”

Rexneyên tund ên li ser Rêbaza Barzanî:

Ocalan idia kir ku Barzanî hewldide ku xwe li Suriye bi hêz bike û got: “Barzani, çeweku Erbîlê îdare dike dixwest li Suri jî heyînek wek Erbilê pêkbîne. DYA û Îsrail di vê mijarê de ikna kirîbû. Tirkiye jî nêzikbû ku bikeve vê xefikê.”

Ocalan îdia kir ku, Hezîrana 2024ê bi pişgiriya DYA û Îsraîlê planek di rojevê de bû. Lê Ocalan dibêjê ku, wî hevdîtinek li gel mezlum Ebdî kir û dijitiya xwe li himber vê planê jêre got. Ocalan di vê derbarê de got: “ Min got dê Barzanî û Israîl bibin hêza sereke li Suriye.Ez vekirî li dij derketin. Min îtiraz kir û daxwaz kir ku Ebdî xwe ji vê yekê paşve bikşîne.Guh dan min plana wan vale derket.”

Ocalan di derbarê Barzanî de nirxandina xwe berdewam kir û got: “Ez berê bi rayedarên peywendîdar re axivîme. Min gotibû ku ez serdana Barzanî ji bo Cîzreyê xeternak dibînim. Derketina wî bi çekdarên xwe re ne serdanek asayî bû; armanca wî ya rastîn ew bû ku peyamek ji min re bişîne. Min ew li ser televîzyonê temaşe kir û min rayedar hişyar kirin. Bi vê helwestê, ew dixwaze bêje, ‘Apo kî ye, ev der yê minin.’ Ez ê nehêlim ew wê keyfê bi dest bixe. Wekî ku min berê jî got, nefreta min niha gihîştiye xala şikestina min.”

 Öcalan ku xeta Barzaniyê wekî “eşîrî, malbatî û desthilatdar” bi nav kir, îdia kir ku ew ji demên berê heta niha li dijî vê xetê şer dike: “Çil sal in, Barzaniyan li dijî min siyasetek eşîrî, malbatî û desthilatdariyê dimeşînin. Piştî ku pêvajo biqede, her kes dê bibîne ku ez ê çi cure têkoşînê li dijî wan bikim.”

“Divê Neteweperestên Kurd Bêne Astengkirin”

Öcalan derbarê nîqaşên li ser neteweperestiya Kurd de nirxandinên girîng kir û got: “Wekî ku Xanim Pervîn berê jî behs kir, divê neteweperestên Kurd ku dixwazin xwe ji nûve rêxistin bikin bêne asteng kirin.  Ez difikirim ku ev xet bi rêya Kemal Burkay û Îbrahîm Güçlü tê meşandin. Hemreş Reşo hebû; ew alîgirê Barzaniyê bû, wî Mustafa Barzaniyê wekî rêberê xwe pênase dikir. Ew çend zimanan dizanibû, wî ji bo xweseriya Kurdan parêzerî dikir. Min li Şamê jî li dijî wî şer kir.”

 Öcalan di derbarê Selahattîn Demîrtaş de jî daxuyaniyên balkêş dan û got: “Ew ê an beşdarî pêvajoyê bibe an jî dê devê xwe bigire. Ger ew devê xwe negire, ez ê devê wî bigirim. Ma Demîrtaş nizane ku ez berpirsiyarê van dayîstandiname?”

Öcalan kesayetên mîna Kemal Burkay û Îbrahîm Güçlü jî rexne kir û diyar kir ku, ew di demên berê de li dijî daxwazên federasyon û serxwebûnê derketiye: “Di tevahiya jiyana xwe de, min li dijî van neteweperestên Kurd ên destpêkê şer kir. Kemal Burkay ji bo federasyonê parêzerî dikir, lê Îbrahîm Güçlü ji bo serxwebûnê parêzerî dikir. Min ev yek bi tundî red dikira.”

Back to top button