Naveroka gotara Serok Barzanî ya li Parlemena Yekîtiya Ewrupa
Di destpêkê de dixwazim spasiya lîjneya peywendiyên derve li Parlemena Ewrupa bikim ku ji bo vê kombûnê min vexwendin, bêguman Ewrupa rolekî mezin heye û li warekî berfireh jî heye bo wê yekê ku kar li gel Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêmê da bike ji bo pêşxistina pêwendiyan li hemû waran da bi taybetî li warên aborî û bazirganiyê da. Dizanîn ku rêkeftinek li navbera Hikûmeta Iraq û Yekîtiya Ewrupa da heye û hêvîdarîn Herêma Kurdistanê rolekî li vî rêkeftinê da hebê û ji aliyê Yekîtiya Ewrupa û Parlemena Ewrupa ve girîngiyê bidinê.
Dixwazim cenabê we bi kurtî ji wan kar hêsaniyan agahdar bikim ku li ser gelê Kurd da hatine, gelê Kurdistanê tuşî êş û jan û îşkenceyekî zêde û helmetên gelek dilreqan bûye ji aliyê rejîmên yek bi yekên ku desthilata Iraqê li dest girtibûn bûye, çekên kîmyayî jî dijî bi jinan û zarokan hatine bikaranîn û kirdara enfal jî dijî bi gelê Kurd hatiye encamdan û li encamê de 182 hezar kes bê cîh û war û wenda bûn tenê termê nêzîkî çar hezar kesan destên me ket hinek ji wan li çolên başûrê Iraqê da bi zîndî bi çal kiribûn û ji bo peydakirina termên wan kesên wendabûyî yên din karê geran û pişkinînê jî berdewame.
Li çend saniyeyeke kêm da li encama bikaranîna çekên kîmyayî bi tenê li bajarê Helebçe pênç hezar hemwelatî şehîd bûn zêdetirê wan jin û zarok bûn.
Xuşk û birayên birêz
Me li Herêma Kurdistanê siyaset û kultûra lêborînî û pêkve jiyan û qebûl kirina ewê din peyrewkiriye, li dema raperîna gelê Kurdistanê li adara sala 1991 me tolê ji wan kesan nestand ku zulmê li me kiribûn, her wiha piştî rûxana rejîm li sala 2003 da me tolê ji wan kesan nestand ku xerapiyê beranberî me kiribûn, me rûpeleke nû li gel xwe û kesên din da vekir, eve jî yarmetîder bû ji bo wê yekê xwe ji bo binyadnana welatê xwe û sivik kirina barê ser milê gelê xwe terxan bikin.. Li encama wê siyasetê da Herêma Kurdistanê rêjeyekî bilinda emin û aramiyê bi xwe ve dît, eve jî bûye sedema wê yekê ku hejmarekî zêdeyê kompanyayên cîhanî li welatên cûr bi cûrên cîhanê ve ji bo veberhênanê bêne Kurdistanê. Wekî mînakeke biçûk ji bo wê yekê ku asta wan pêşketinên li Kurdistanê pêkhatine bizanin, dahata tak li Kurdistanê berî 2003 li 500 dolar kêmtir bû niha li pênç hezar dolaran derbas kiriye.
Em li destpêka rêdane ji bo avakirina dezgeh û saziyên demokratî li Kurdistanê û pêwîstiya me bi yarmetiya we heye heta ev dezgeh li ser bingeheke serdemiyane û dirustane bêne avakirin. Me pêwîstî bi şarezayiya we heye û bi hêvî ne piştevaniyê li mafên gelê Kurdistanê bikin.
Her wiha daxwazê ji we dikin hemû hewlên xwe bixin kar bi navê biryardana li ser wê jenosayda beranber bi gelê Kurdistanê hatiye encamdan, her wiha daxwaz ji we yên birêz dikin kar li gel aliyên peywendîdaran da bikin bo ku nûnerayetiyekî taybetî ya Yekîtiya Ewrupa li Herêma Kurdistanê da bê vekirin eve jî dibê sedema pêşketina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Ewrupa yên li warên aborî da.
Her wiha daxwaz ji we dikin piştevaniyê li proseya siyasiya Iraqê bikin li ser bingeha pabendbûna bi destûr û demokratî û federalîzm û nehiştina terorîzm li Iraq û navçeyê bi giştî, bi mixabinî terorîzm bûye diyardeyekî metirsîdar êrîş li gelan û welatên cîhanê dike.
Me jî gelek êş ji destê terorîzmê ve kişand lê belê li nehiştina terorîzmê de xweragirîn ji ber ku tu rêyekî din tûne bi nehiştina terorîzmê nebê. Me kultûra lêborînê peyrew kir û rê bi azadiya ol da û jin jî rola xwe dibînê li binyadnana civaka me û dezgehên me û ev siyaset û ew asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê heye.
Niha mîhvandariya 250 hezar penaberan dikin, zêdetirê wan Kurdên Rojavane her wiha Ereb û Mesîhî û yên din jî têda hene. Her wiha mîhvandariya 200 hezar li birayên me yên Ereb dikin li navend û başûrê Iraqê ku ji destê terorîzmê û ji bo desteberkirina emin û asayîşê hatine Kurdistanê.
Nêzîkî 10 hezar malbatên Mesîhî li Kurdistanê dijîn, ji bilî wan malbatan 26 hezar malbatên din hatine Kurdistanê û bi sedema terorîzm û bi sedema wê yekê ku tuşî kuştin û teqînê bûbûn, niha 15 hezar kesên dinê navçeya Enbar jî hate ser ku rewşekî dijwar bi xwe ve dibîne.
Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku Herêma Kurdistanê bibê daldeya her kesek hêviya xwe pê tîne lê belê li heman demî de li rastiyê da girîngiya navdewletî bi beramber li gel rewşa penaberan li welatên dinê li navçeyê da li rûyê yarmetîdana wan penaberan ve li asta pêwîst da nebû.
Herêma Kurdistanê û Kurd fakterê aramiyê ne neku fakterê kêçel yan dirustkirina kêşe, li ser vê siyasetê berdewam dibîn û hemû hewlek dixîne holê li gel hêzên dinê Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyan û binyadnana dezgehên dewlet û pabendî desturê jî dibîn û bi navê van hemûyan jî carekî din daxwaz ji we dikim me pêwîstî bi piştevanî û yarmetiya we heye.
Li gel gelek spasiyên min.