Cîhan

Çarenûsa suriye Ceneva2

Îro li Swîsre li bajarê Montro civîna Cenevê2 destpêdike.

Di civînê de şandek berfireh yê rejima Suriye di serokariya wezîrê derve yê Suriye de nûnertiya Suriye dike.

Herweha hêzên opozisyona Suriye amade dibin. Kurd jî wek ENKS di nav opozisyona Suriye de têne temsil kirin .PYD ji bo kongreya Ceneva2 nehatiye vexwandin. Ji ber ku hinek welatên rojava û Amerîka PYDê li ser rejîma Suriye ve dihesibînin.

Wezîrên derve yên 39 welatan tevlî civînê dibin.

Suriye çûyina Bişar Esad wek xeta sor dibîne. Opozisyon jî çûyina Esad wem mercek bingehîn radigihîne.

Hêjayê gotinêye ku cara yekem e, rejim û opozisyon bi awayek berfireh tê ba hev.

Back to top button