Naveroka civîna serokwezîr digel saziyên mediyayê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro roja duşemiyê 23.02.2015ê li bajarê Hewlêrê digel berpirsên saziyên mediyayê yên herêma Kurdistanê civiya û naveroka lihevhatina vê dawiyê ya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê ku ew lihevhatin bûye beşek ji qanûna budceya hikûmeta Îraqê a sala 2015ê, zelal kir û ew arîşe û astengiyên di warê teknîkî û siyasî de ketine pêşiya cîbicîkirina qanûna budeceya Îraqê û hinartina beşa herêma Kurdistanê destnîşan kirin.
Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, wezîrê rewşembîrî, wezîrê êkonomî, wezîrê samanên xwezayî û wezîrê pilandananê amade bûn, Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku heta nefesa dawiyê dê herêma Kurdistanê bi wê lihevhatinê pabend be, dixwaze hemû pirsgirêkan digel hikûmeta Bexdayê çareser bike û ya giring ji bo herêma Kurdistanê pirsgirêkan digel bexdayê çareser bike û qanûna budceya sala 2015ê bê cîbicîkirin û ev yek jî di berjewendiya herêma Kurdistanê û timama Îraqê de ye. Lê Barzanî ew yek jî tekîd kir ku, eger hikûmeta Bexdayê wê lihevhatinê bin pê bike û qanûna budceya sala 2015ê cîbicî neke, hîngê divê herêma Kurdistanê li hin çareseriyên din bigere.
Serokwezîrê Kurdistanê li dor siyaseta herêma Kurdistanê ya di warê neftê de got ku, siyaseta herêma Kurdistanê li ser bingehê destûra Îraqê hatiye avakirin û herêma Kurdistanê di dosyeya neftê de bi timamî mafên xwe yên destûrî bikartîne, hikûmeta herêma Kurdistanê dest ji mafên xwe yên destûrî bernade û qebûl nake kontrolkirina nefta herêma Kurdistnê bikeve di destê Bexdayê de. Barzanî hêvî kir ku, hemû pirsgirêkên digel Îraqê bi diyalogê û lihevtêgehiştinê bên çareser kirin û got:
– Bexda ne bi tenê di warê neftê de, lê di hemû warên din de; bazirganî, êkonomî, emnî û leşkerî jî de ji bo herêma Kurdistanê giringe. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan em amdene biçine Bexda û dest bi danûstandina bikin.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji saziyên mediyayê kir ku ji bo gihandin û zelalkirin rastiyan di vê rewşê de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.