Naveroka civîna Erdogan û Nêçîrvan Barzanî
Li ser naveroka hevdîtina Serokomarê Tirkiye Tayib Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê daxûyaniyek ragihand.
Daxûyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê bi vî awayîye:
Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê li Tirkiyeyê ye.
Di hevdîtinê de peywendiyên Tirkiye û Iraqê, hevkariyên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de Serokomar Erdogan diyar kir ku temamkirina demildest pêvajoya avakirina hikûmetê ya li Bakurê Iraqê ji bo aramiya herêmê girîng e û Tirkiye ji nêz ve rewşa Kerkûkê dişopîne.
Serokomarê me diyar kir ku di têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de hevgirtina Tirkiye û hikûmeta herêmê girîng e û ew dixwazin ku hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê herî zêde ji projeya Rêya Pêşketinê ya Tirkiyeyê sûd werbigire.