Polîtîk

Naveroka civîna Barzanî bi her sê wezîrê ewropî re

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi amadebûna serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Îmad Ehmed û hijmareke wezîrên hikûmeta Kurdistanê, îro roja yekşemiyê (24.06.2012) li bajarê Hewlêrê digel Karl Bildt wezîrê derve yê Swêdê, Radosław Sikorski wezîrê derve yê Polonoyayê û Nikolay Meladenov wezîrê derve yê Bulgaristanê civiyan.

Di civînê de pêşhatên siyasiyên hermî, kirîza siyasiya Îraqê û bi taybetî rewşa Suryeyê hatin minaqeşe kirin.

Serok Barzanî, di civînê de, helwesta herêma Kurdistanê li heber pêşhatên siyasiyên herêmî, kirîza siyasiya Îraqê û rewşa Suriyeyê ji heyeta ewropî re zelal kir û got:

– Nuha Îraq di kirîzeka siyasiya kûr de derbas dibe. Helwesta me zêdetir bergirîkirin ji destûr û demokrasiyê ye. Çavkaniya kirîzê jî hukimdariya yekesî, piştguxistina aliyên siyasî, pabendnebûnê bi destûrê û piştguxistina hemû wan peyman û rêkeftinên pêşwext hatîne kirin ku, hikûmeta Îraqê li gor wan rêkeftinan hatiye avakirin e. Lê em li ser wê yekê ku, ew kirîz li gor destûrê û bi rêyên demokrasî çareser bibe biîsrar in.

Serok Barzanî got ku, nuha ji bona ku lêpirsîn digel Malikî bê kirin dê wî bangî parlamentoyê bikin û ji bo stendina baweriyê ji serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî 170 îmzayên parlamenterên îraqî amadene.

Barzanî herwesa got ku, berê teror tehedayeke mezin bû rû bi rûyê Îraqê bibû, lê belê nuha tirsa mezin vegeriyana hukimê diktatoriyê ye û diktatorî tehedayekî mezintir e ku, rû bi rûyê Îraqê dibe û ev yek jî rewşê û kirîzê aloztir dike.

Li dor rewşa Suriyeyê jî, serok Barzanî tekîd li ser helwesta herêma Kurdistanê kir û got:

– Em li dijî wê kuştinê ne ku rojane derheq welatiyên surî tê kirin. Em wê kuştinê bi dijwarî şermezar dikin.
– Gelê surî bixwe biryarê li ser pêşeroj û çarenivîsê xwe dide. Em bi sîstemeke demokratîk û biîstîqrar li Surîyeyê ne.

Serokê Kurdistanê di axavtina xwe de behsa rewşa panebarên surî yên ku hatine herêma Kurtdistanê kir û got ku, zêdetir heşt hezar kurdên suriyê hatine herêma Kurdistanê ku, bi hevahenghî digel rêxistina UNHCR saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya wan koçberan dike.

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê behsa giringiya têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên ewropî kir û got ku, herêma Kurdistanê dixwaze giringiyê bi têkeliyên Îraq û herêma Kurdistanê digel welatên Yekêtiya Ewropayê bide. Herwesa Barzanî sipasiya welatê Swêdê kir ku, di serdemên teng û dijwar de deriyên xwe ji penaberên kurd re vekirin û hevkariya wan kirin.

Heyeta welatên ewropî got ku, ew dê raporekê li ser serdana xwe bo dewletên hermî û ew zaniyariyên li ser rewşa hermî wergirtine amade bikin û pêşkeşî civîna wezîrên derve yên Yekêtiya Ewropayê bikin.

Piştî civînê serok Barzanî û Karl Bildt wezîrê derve yê Swêdê, Radosław Sikorski wezîrê derve yê Polonoyayê û Nikolay Meladenov wezîrê derve yê Bulgaristanê di preskonferensekê de behsa naveroka civîna xwe kir û bersiva rojnamevanan da.

Di bersiva pirsekê de li dor şer û pêvçûnên navbera arteşa tirkî û PKKê de, serok Barzanî got:

– Ev pirs bi şer û kiryarên çekdarî çareser nabe. Bitenê ew pirs bi rêyên siyasî çareser dibe. Herêma Kurdistanê amadeye hevkariya herdu aliyan bike, eger bixwazin ew pirs bi siyasî bê çareser kirin.

Di bersiva pirseke din ku, hikûmeta Îraqê kompaniya Total a frensî tehdîd kiriye ku kontraktan di warê petrolê de digel herêma Kurdistanê îmza bike, serok Barzanî got:

– Ev karê hikûmeta Bexdayê dike karekî nedestûrî ye. Ev nîşana wê yekê ku,. Bexda naxwaze herêma Kurdistanê pêşbikeve. Nabêjim hikûmet hemû, lê hinndek kes li bexdayê hene ku naxwazin herêma Kurdistanê pêşbikeve.

 

 

Back to top button